​​​​​​​Kurdistaniyan li gelek bajarên Ewropayê Komkujiya Parîsê protesto kir-Hat Nûkirin

Kurdên li Ewropayê li dijî Komkujiya Parîsê daketin qadan û komkujî protesto kir.

​​​​​​​Kurdistaniyan li gelek bajarên Ewropayê Komkujiya Parîsê protesto kir-Hat Nûkirin
24 kanûn, 2022   17:39
NAVENDA NÛÇEYAN 

Di êrişa duh li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li paytexta Fransa Parîsê pêk hatî de û di encamê de ji pêşengên tevgera jinên Kurd Emîne Kara (Evîn Goyî), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer (Mehmet Şirîn Aydin) û Abdûrrahman Kizil hatin qetilkirin. Ji bo protestokirina komkujiyê Kurd û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, li welatên Ewropayê dadikevin qadan.

LONDON

Li paytexta Îngilistanê Londonê, bi sedan kes li ber balyozxaneyên Fransa û Tirkiyeyê hatin ba hev û bi gotina “Kujer Erdogan wê hesab bide” Komkujiya Parîsê protesto kirin. Li ser banga Yekîtiya Hêz a Demokratîk a Îngilistan, Meclîsa Gelê Kurd, MLKP, Partîzan û gelek rêxistinên girseya demokratîk, bi sedan kes ji bo şermezarkirina Komkujiya Parîsê li ber Balyozxaneya Fransayê hatin ba hev. Girseyê bê navber dirûşmeyên “Kujer Erdogan”, “Terorîst Erdogan”, “Bimre faşîzm”, “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe gorisan”, “Tolhildan”, “Jin jiyan azadî” û “Şehîd namirin” berz kirin û dovîz û pankartên ku Komkujiya Parîsê şermezar dikin hildan.

Di çalakiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Bertekên tund li hemberî bêhelwestiya dewleta Fransayê ya ji dewleta Tirk û Erdogan re ku faîlê komkujiyê ye, hebûn. Bi sedan kesan xwest ku her du komkujiyên Parîsê pêk hatin, bê ronîkirin û hat destnîşankirin ku divê raya giştî ya navneteweyî li dijî faşîzma Tirk hêza şoreşger a yekgirtî ava bike.

Meş li ber sefaretxaneyê bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

ÛLM

Ji bo protestokirina komkujiya duh li Parîsê pêk hatî, îro li bajarê Ûlm ê Elmanyayê, ji aliyê Yekîtiya Hêz a Demokratîk a Ewropayê (ADGB) ve miting hat lidarxistin. Girseyk qelebalix tevlî mitingê bû û li ser nav ADGB’ê axaftinên bi Elmanî û Tirkî hatin kirin. Hat gotin ku komkujî ne tesadufî bû, bi rêbazek bi zanebûn hatiye kirin.

Di mitingê de dovîz û pankart hatin vekirin û dirûşme hatin berzkirin. Piştî banga “Em bê ku gav paş de bavêjin, li dijî êrişên faşîst bi hev re têbikoşin” hat dayîn, çalakî bi dawî bû.

LOZAN

Êrişa roja 23’yê Kanûnê li kargehên Kurdan û Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîs a paytexta Fransayê hat kirin, li bajarê Lozan ê Swîsreyê bi meşekê hat protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan ku bi banga Meclisa Jinan a Lajîn û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK) li ber Navenda Civaka Kurd hatin ba hev, meşiyan. Girseyê, wêneyên Evîn (Emîne Kara) a pêşengeke Tevgera Jinên Kurd, Hunermend Mîr Perwer ê ji Tevgera Çandê û welatparêzê Kurd Abdûrrahman Kizil hildan û bi berzkirina dirûşmeyan dest bi meşê kir.

Girseyê, bi berzkirina dirûşmeyan hêrsa xwe ya li dijî qetlîamê anî ziman û li qada St. Laûrentê mitingek li dar xist.

Pankartên li ser ‘’Li Iraq, Sûriye, Îran, Tirkiye û niha jî li Ewropayê Kurd tên qetilkirin” û “Dema dirustkirina edaletê ji bo Kurdan e’’ hat hildan. Hayrettîn Oztekîn ku li ser navê CDK’ê bi Fransî axavtinek kir, got: ‘’Di vê qetlîamê de ku diyar e kiryarên rastîn kî ne, 3 Kurd hatin qetilkirin û 3 jî hatin birîndarkirin. Dewleta Fransayê jê berpirs e ku vê qetlîamê veşartî nehêle.’’

Çalakî, piştî xwendina daxuyaniyê bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê jî Qetlîama Parîsê hat protestokirin. Bi sedan Kurdistanî tevlî meşê bûn ku ji aliyê Federasyona FCK-KAWA ve li ber FrankfûrtHBF’ê hat lidarxistin.

Wêneyên şehîdan di meşê de hatin hildan. Di axaftinan de hat diyarkirin ku êriş, êrişek e ku bi awayekê organîze li dijî Kurdan hatiye kirin.

STOKHOLM

Li paytexta Swêd Stockholmê ji bo protestokirina Komkujiya Parîsê, Kurdistanî li ber Balyozxaneya Fransayê hatin ba hev û dirûşmeyên “Kujer Erdogan”, “Dest ji herikîna xwîna Kurdan berdin” û “DAÎŞ û Erdogan heman e” berz kirin. Kurdistaniyan wêneyên sê şehîdên li Parîsê hatin qetilkirin û yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hildan. Çalakgeran destnîşan kir ku heta komkujî tê ronîkirin, wê şopdarê dozê bin.

ATÎNA

Li Atînayê bi pêşengiya ciwanan, li dijî tecrîda Îmraliyê û komkujiya Parîsê meşek hat lidarxistin.

Li paytexta Yewnanistan Atînayê bi pêşengiya ciwanên TCŞ’ê gelê Kurd û dostên wan, ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiya li Parîsê, meşiyan.

Meşa girseyî li ber Gara Trenê ya Atînayê destpê kir û ji Cadeya Acharnon heta Cadeya Patîsîon dom kir. Piştre meş heta Navenda Çanda Kurd a Yewnanistanê domiya. Ciwanên TCŞ’ê diyar kirin ku heta komkujî tê ronîkirin, wê li qadan bin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Parîsê”, “Şehîd namirin” û “Tolhildan” hatin berzkirin.

Di çalakiyê de banga tevlêbûna meşê ku wê 25’ê Kanûnê roja Yekşemê li Lavrîoyê dewam bike, hat kirin.

ZURÎH

Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê ji bo protestokirina qetlîama Parîsê li ber Sefaretxaneya Tirk meş hat lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan ku li ser bangewaziya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Zurîhê û Meclisa Jinan a Berlînê hatin ba hev, wêneyên Evîn (Emîne Kara) a pêşengeke Tevgera Jinên Kurd, Hunermend Mîr Perwerê ji Tevgera Çandê û Abdûrrahman Kizil û alên PKK’ê hildan.

HANNOVER,

Kurd û dostên xwe ku li ber Haûpbannof a Hannoverê hatin ba hev, li dijî qetlîama li Parîsê meşiyan.

Bêyî navber di çalakiyê de dirûşmeyên ‘’Tolhildan”, “PKK’’, ‘’Şehîd namirin’’ û ‘’Bijî Serok Apo’’ hatin berzkirin.

Kurd û dostên Kurdan, guh neda şiliyê û heta êvarê li çalakiya xwe dewam kir.

BORDEAÛX

Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê jî qetlîam hat protestokirin.

Kurdistaniyên li Qada Place de la Boûrse li hev kom bûn, qetilkiriyên qetlîama Parîsê bi bîr anîn.

INNSBRUCK

Kurd û dostên wan ên li eyaleta Tîrol a Avûstûryayê dijîn, ji bo şermezarkirina komkujiya li Parîsê hatin ba hev.

Girseyê bê navber dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî”         berz kirin.

GRENOBLE

Li bajarê Grenoble yê Fransayê, gelê Kurd û dostên wan li qada Vîctor Hugo hatin ba hev û Komkujiya Parîsê ya 2’emîn şermezar kirin.

Piştî daxuyaniyan, dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.