Polîsên Fransayê êrişî meşa li dijî komkujiyê kir

Xwepêşandanên girseyî yên Kurdan û dostên wan ên li dijî komkujiya li Parîsê li paytexta Fransa Parîsê dewam dikin. Polîsên Fransayê li gelek cihan êrişî xwepêşandanan kir. Di navbera polîs û girseya gel de cih bi cih pevçûn derdikevin.

Polîsên Fransayê êrişî meşa li dijî komkujiyê kir
24 kanûn, 2022   15:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro di saetên piştî nîvro de bi deh hezaran Kurd û dostên xwe li Parîsê li hev civiyan û li dijî komkujiya Parîsê herikîn qadan.

Di xwepêşandanan de gelek  dirûşmên cûda cûda tên gotin û polîsên Fransayê jî li gelek cihan bi gazên rondik rêj êrişê girseya gel dikin.

Ji ber êrişên polîsan, cih bi cih di navbera polîs û girseya gel de pevçûn derdikevin.

Di dema xwepêşandanê de gelek siyasetmedar, kesayetên siyasî yên Kurd peyamên xwe pêşkêş kirin, her wiha serok û berpirsên gelek partiyên Fransayê jî di çalakiyê de amade bûn û peyamên xwe pêşkêş kirin.

Xwepêşandanên girseyî di van kêliyan de li Parîs û gelek navendên din ên Ewropayê berdewamin.