Şêniyên Firatê Komkujiya Duyem a Parîsê şermezar kir

Şêniyên herêma Firat bi xwepêşandanekê Komkujiya Duyem a Parîsê şermezar kir. Xwepêşadan bi diruşma "Careke din destên veşartî û faşîzane komkujiya Parîsê dubare kirin" hate organîzekirin.

Şêniyên Firatê Komkujiya Duyem a Parîsê şermezar kir
24 kanûn, 2022   14:57
KOBANÊ

Bi dehan şêniyên herêma Firatê tev li xwepêşandana ku ji Qada Jina Azad a Kobanê heta ber bi Çerxerêya Selam ve dest pê kir, beşdar bûn.

Xwepêşandêran wêneyên şehîdên komkujiya Parîsê û diruşmên "Bimire faşîst", "Berxwedan jiyan e" û"Jin, Jiyan, Azadî" berz kirin.

Li Çerxerêya Selam hevserokê Desteya Çandê ya herêma Firatê Ziyad Elî axivî û wiha got: "Piştî dewleta Tirk a dagirker di Herêmên Parastinê yên Medyayê de li hember hêzên gerîla têk çû, îro planên xwe yên nû pêk tîne, êrişî navendên çandê û kesayetên welatparêze dike."

/ar/uploads/files/2022/12/24/133537_ahaly-iqlym-alfrat-yntfdhwn-lajl-shhdaa-mjzrh-barys-28129.webp

Ziyad Elî wiha domand: "Tiştê duh li Parîsê pêk hatiye, hewla dewleta Tirk a dagirker e ku vîna gelê herêmê têk bibe û qir bike. Lê bi saya fikir û felsefeya rêber Ocalan gelê herêmê li ser şopa şerê gel ê şoreşgerî tev digere û dê di dawiyê de serkeftin para gel be û dewleta Tirk a dagirker têk biçe."

Elî bang li hikumeta Parîsê kir ku tev bigere û sûcdaran ceza bike, Kurdên li ser xaka xwe biparêze.

Her wiha endama Meclisa Jinan a PYD′ê ya herêma Firatê Sara Xelîl jî wiha got: "Ajanên dewleta Tirk a dagirker hewl didin çanda Kurd di şexsê her sê şehîdan dan têk bibin û careke hewl didin jinan sûîqast bikin."

Sara wiha pê de çû: "Divê hikumeta Parîsê helwesta xwe li hember sûîqastên li dijî Kurdên li wir zelal bike û sûcdaran bi tundî ceza bike."

Xwepêşandan bi şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.

(fr)

ANHA