Pêşmergeyan komkujiya Parîsê şermezar kirin

Pêşmergeyên Dêrîn ên Başûrê Kurdistanê komkujiya Parîsê şermezar kir û da zanîn ku komkujî berdewama komkujiya sê jinên şoreşger a ku berî 10 salan li Parîsê pêk hatibû. Her wiha gotin, heta dagirkerî û xiyanet hebe, wê têkoşîn jî berdewam bike.

Pêşmergeyan komkujiya Parîsê şermezar kirin
24 kanûn, 2022   15:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê ku duh pêk hat, hejmarek ji pêşmergeyên dêrîn ên Başûrê Kurdistanê li ser gora Şehîd Mame Rîşe ya li gundê Taleban kom bûn û daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê Ebdulrehman Reşîd bi nasnav Mela Rêbaz ve hat xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de hat gotin, têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadiyê xwedî dîrokek kevnare, divê tevayî dagirker û xiyanetkar baş bizanin wê ti carê nikaribin bi qirkirin, komkujî û qetilkirina azadîxwaz û welatparêzan dilê gel ji têkoşînê sar bike.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, “Bi planên qirêj her roj li cihek xiyanetkar gelê me hedef digrin. Tişa ku duh li Parîsê rû da berdewamiya komkujiya Sakîne Cansiz û hevalên wê ye ku bi desê dewleta Tirk pêkhatibû. Em vê kiryara terorîstî şermezar û rûreş dikin. Fransa berpirse di lêpirsîn û lêkolînkirina komkujiyê de her wiha berpirse di parastina Kurdên li Fransayê dijîn.”

Di beşek din a daxuyaniyê de jî hat gotin, “Wek pêşmergeyên dêrîn ên Başûrê Kurdistanê çawan me li dijî rejima Baas a faşîst têkoşîn da, îro jî li beramberî dewleta Tirk a dagirker û xiyanetkaran emê xwe birêxistin bikin û têkoşîna xwe berdewam bikin. Heta tecrîd li ser birêz Abdullah Ocalan were rakirin, heta gelê me û tevayî gelên azadîxwaz di nava aştî û aramiyê de jiyan nekin, wê têkoşîna me jî berdewam bike.”