Şêniyên Dirbêsiyê: Divê Fransa lêpirsîna Komkujiya Duyem a Parîsê bike

Şêniyên Dirbêsiyê bi xwepêşandaneke girseyî Komkujiya Duyem a Parîsê şermezar kir û bang li desthilatên Fransayê kir ku lêpirsîneke zelal pêk bînin û aliyên li pey vê komkujiyê eşkere bikin.

24 kanûn, 2022   13:24
DIRBÊSIYÊ

Bi sedan şêniyên Dirbêsiyê li pêş navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya bajêr kom bûn û Komkujiya Duyem a Parîsê şermezar kir. Di xwepêşandanê de endamên saziyên sivîl û mecilsê jî amade bûn.

Xwepêşandan ber bi sûka navendî bi diruşmên şermezarkirina komkujiyê û silavkirina berxwedana gelan dest pê kir.

Li wir, li ser nave şêniyan welatiya bi nave Yusra Şêxanî û li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan endama rêveber a Komîteya Jinan a meclisê Îman Dedoş daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin hemwextî komkujiya 2013′yan a li Parîsê li dijî Seknîne Cansiz û hevrêyên wê pêk hatiye, ev komkujî pêk hat.

Her wiha hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya baskên xwe yên îstîxbaratê li Ewropa giştî û Fransayê çalakgerên Kurd û azadiya jinê hedef digire, bi wê yekê hewl didin destkeftiyên Kurdan têk bibe.

Di dawiyê de hate gotin ku çawa dewleta Tirk a dagirker li pey komkujiya 2013′yan a li dijî her sê çalakgerên jin a li Parîsê bû, li pey vê komkujiyê ye jî û dewleta Fransa dixe hemberî testên demokratîk û mirovî. Ji lew re divê desthilatên Fransayê lêpirsînên zelal pêk bînin û aliyên li pey vê komkujiyê eşkere bikin.

Bi diruşmên şehîd namirin xwepêşandan bi dawî bû.

(fr)

ANHA