EbduLetîf Reşîd komkujiya Parîsê şermezar kir

Serokkomarê Iraqê EbduLetîf Reşîd bi peyamekê komkujiya li Parîsê şermezar kir û ji Fransayê xwest ku pêşî li êrişên nîjadperestiyê bigire.

EbduLetîf Reşîd komkujiya Parîsê şermezar kir
24 kanûn, 2022   13:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ku li taxa Saint Denisê ya Parîsa Fransayê ye, êrişek çekdarî pêk hat. Her wiha êrişkar, gule li restorantek kurdan û kûaforek li heman kolanê jî reşand. Hevserokên KCDK-E’yê bi daxuyaniyeke çapemeniyê diyar kir ku yên şehîd bûne yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Evîn (Emîne Kara), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer û Abdullah Kizil in.

Di derbarê êrişa duh a li Parîsê de Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd peyamek belav kir û êrişê bi awayekî herî tund şermezar kir.

Serokkomarê Iraqê daxwaz ji hikûmeta Fransayê kir ku gavên ji bo girtina sûcdaran bi lez bike û dadgeh bikin.

Letîf Reşîd, ji bo bûyerên wiha dubare nebin îşaret bi girîngiya têkoşîna li dijî nîjadperestiya li Fransayê kir.