Şêniyên Tirbespiyê şehd Mahir El Berho oxir kir

Şêniyên Tirbespiyê cenazeyê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Mahir Ednan El Berho oxir kir û got ew ê li dijî dewleta Tirk a dagirker de têkoşînê dewam bikin.

Şêniyên Tirbespiyê şehd Mahir El Berho oxir kir
24 kanûn, 2022   13:18
QAMIŞLO

Şêniyên Tirbespiyê cenazeyê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Mahir Ednan El Berho li Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugirê oxir kir.

Di merasîma oxirkirinê de endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Mihemed Zekî Îbrahîm axivî û wiha got: "Malbatên şehîdan di şopandina rêça şehîdan de dewam dikin û dê têkoşîna xwe li dijî siyaseta dewleta Tirk bilind bikin."

Îbrahîm wiha domand: "Yekitiya pêkhateyan rêbeza serkeftina projeya Rêveberiya Xweser bû. Wê yekê dewleta Tirk û dewletên kapîtalîst ku gelê herêmê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin, tirsand."

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê Hikmet Hebîb got: "Dewleta Tirk tevahî hêman û rêbazên jiyana şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbe dike. lê hikumeta Şamê jî bê deng e û lihevkirina îstîxbaratî bi dewleta Tirk a dagirker re dike."

Her wiha endamê rêveber ê Meclisa Têkiliyên Leşkerî ya Qamişlo Mihemed Zêdan wiha got: "QSD′ê pabendî parastina şêniyên herêmê ye û çi erka li ser milê wê be, dê pêk bîne."

Dûre wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê kirin û şehîd bi tilîliyên dayikan hate oxirkirin.

(fr)

ANHA