Saziyên sivîl û rêxistinên jinan komkujiya Parîsê şermezar kir

Saziyên sivîl û rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Komkujiya Parîsê ya Duyemîn şermezar kir û bang li Fransayê kir ku li hember komkujiyên li dijî Kurdan li ser xaka wê pêk tên, bi erkên xwe rabe.

Saziyên sivîl û rêxistinên jinan komkujiya Parîsê şermezar kir
24 kanûn, 2022   13:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li hember Komkujiya Parîs a Duyemîn ku li Navenda Çandê ya Kurd çêbûye bertekên tund hatin nîşandan.

KOBANÊ

Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê bi daxuyaniyekê Komkujiya Parîsê ya Duyemîn şermezar kir. Endama Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Firatê Necla Bozan li Hola Firatê ya li Kobanê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku rejîma Tirkiyê ev komkujî plan kir û bi rêya ajanên xwe êdî xetereyekê li dijî Kurdan li her derê çêdike.

Di daxuyaniyê de çavgirtina desthilatên Fransayê li hember sûcdaran hate şermezarkirin û bang li Fransayê hate kirin ku bi awayekî cidî bi kesên jiyana Kurdên li Parîsê dixin xetereyê, tev bigere.

HELEB

Saziyên civaka sivîl ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ên Helebê bi daxuyaniyekê komkujî şermezar kir. Ehmed Bîrhat daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku van komkujiyan berxwedana Kurdan neşikand û naşikîne jî û ew li hemer êrişan destgirêdayî namînin û êdî hikumeta AKP-MHP′ê di qonaxa xwe ya dawî de ne.

MECLISA JINAN A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi daxuyaniyekê de qetlîama li Parîsê ya li dijî Kurdan şermezar kir.

TEVGERA HÎLALA ZÊRÎN

Têkildarî mijarê, Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ev komkujî ne tesadufek e, lê belê hemwextî salvegera Komkujiya Parîsê ya 2013′yan pêk hat.

Tevgerê di dawiyê de bang li hemû hunermendan kir ku li qadan bin, da ku balê bikişînin ser komkujiya li Navenda Çandê ya Ahmet Kaya ya Parîsê.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RmoHPLK46FI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>