Malbatên şehîdan: Em ê bersiva komkujiyê bidin

Meclisa Malbatên Şehîdan ya Herêma Firatê komkujiya li Parîsê şermezar kirin û got, "Em ê bersiva komkujiyan bidin û tola şehîdan hilînin."

Malbatên şehîdan: Em ê bersiva komkujiyê bidin
24 kanûn, 2022   12:48
KOBANÊ

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê li ber avahiya meclisê kom bûn û têkildarî komkujiya duh a ku li Parîsê pêk hatibû  daxuyanî da. Endama meclisê Hêvîn Mişo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk a dagirker dagirker sûcên xwe li dijî gelê Kurd berdewame dike. Tecrîd  ku li ser Serok Apo ferz dike di nav bêdengiya civaka  navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan, wekî CPTʹê didome. CPTʹê ku qaso rewşa tenduristî û fizîkî dipirse  lê gelê kurd xapand.

Êrişa li ser navenda Çanda Kurdan a li Parîsê karekî ne exalqî ye, di encama vê komkujiyê de kesên bêguneh ên ku ji bo mirovahiyê dixebitin, şehîd bûn. ʹʹ

Di daxuyaniyê de behsa komkujiya yekemîn a Parîsê hate kirin ku encamê de her sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan şehîd bûn û hate gotin: "Komkujiya duh a li Parîsê berdewama komkujiya berî 9 salan e ku li dijî her sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan pêk hatibû."

Di daxuyaniyê de îşaret bi helwesta hikumeta Fransayê jî hate kirin û wiha hat domandin " Heta niha dewleta Fransayê kesên li pey van komkujiyan eşkere nekiriye. Ev yek qanûnên mirovî derbas dike. Divê civaka navneteweyî û rêxistina mafên mirovan berpirsyarên  xwe yên hiqûqî û exlaqî bi cih bînnin, sûcdaran eşkere bike û dev ji durûtî û xapandinê berde. Çi hêzên ku dixwazin îradeya gelê Kurd bişînin, em ê li hemberî wan bisekinin û bersivê bidin. Em weke dayik û zarok û hevjînên  şehîdan em ê bersiva   komkujiyên ku li ser gelê me tên kirin, bidin û tola şehîdan hilînin."

ANHA