Di êrişa keşfa biçek a dagirkeriya Tirk de yek jê zarok 4 kes birîndar bûn

Di êrişa keşfa biçek a dewleta Tirk a dagirker a li ser gundewarê rojhilatê navçeya Tirbespiyiê ya girêdayî kantona Qamişlo de, di nav de zarokek 4 kes birîndar bûn.

Di êrişa keşfa biçek a dagirkeriya Tirk de yek jê zarok 4 kes birîndar bûn
Di êrişa keşfa biçek a dagirkeriya Tirk de yek jê zarok 4 kes birîndar bûn
Di êrişa keşfa biçek a dagirkeriya Tirk de yek jê zarok 4 kes birîndar bûn
24 kanûn, 2022   11:20
QAMIŞLO

Nûçegihanê me ji navçeyê ragihand ku balafireke kefşê ya biçek a artêşa Tirk a dagirker cihekî xwedîkirina mirîşkan li gundê Mizgefê yê bakur rojhilatê Tirbespiyê bombe kiriye.

Hat ragihandin ku di êrişê de 4 kes birîndar bûne ku yek ji wan zarok e û birîndar rakirine nexweşxaneyeke navçeyê.

Li gorî agahiyên ji nexweşxaneyê hatine wergirtin, navên birîndaran wiha ne: Ayşe Xelef Elî, Cewahir Xalid Mihemed, Sewre El Meter û zaroka bi navê Rîham Ezam El Elî.

Têkildarî êrişê heta niha Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyanî nedaye.

(cx)

ANHA