​​​​​​​‘20 rojan beriya komkujiyê me metirsiyên xwe ji îstixbarata Fransayê anîbûn ziman’

Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) diyar kir ku nayê qebûlkirin ku êrişa duh a li Parîsê wek êrişeke ne terorîstî were wesifandin û diyar kir ku beriya komkujiyê bi 20 rojan, fikarên xwe yên der barê ewlehiya Kurdan de ji îstîxbarata Fransayê re anîbûn ziman.

​​​​​​​‘20 rojan beriya komkujiyê me metirsiyên xwe ji îstixbarata Fransayê anîbûn ziman’
24 kanûn, 2022   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) Egîd Polat di civîneke çapemeniyê de ku li xwarîngeke nêzî cihê êrişê li dar xistibû, got: "Nayê qebûlkirin ku mirov li ser karakterê terorê neaxive û bibêje ku çalakvanekî rastgir ê tundraw hatiye da ku êrişî navenda me bike."

Polat got: "Rewşa siyasî ya li Tirkiyê ya girêdayî tevgera kurdî dihêle ku em bi awayekî zelal bawer bikin ku ev êriş siyasî ne. CDK-F di wê baweriyê de ye ku Erdogan û dewleta Tirk li pey van sûîqestan e."

Nûnerên CDK-F’ê bang li hikumeta Fransayê kir ku di mijara ewlehiya Kurdan de destekê nede desthilata Tirk û got: "Vê lîstoka qirêjî bisekinîne.” Her wiha destnîşan kir ku wan beriya 20 rojan ji komkujiyê metirsiyên xwe der barê ewlehiya çalakvanên Kurd de ji îstîxbarata Fransayê anîbûn ziman.

Di civînê de ji damezirînerên Partiya La France Insoummise ya çepgir Jean-Luc Melenchon  axivî û got: "Mijara sûîqestkirina Kurdan li Parîsê ne tesaduf e. Beriya derdora 10 salan 3 jinên çalakvan ên Kurd bi operasyonekê li Parisê hatin qetilkirin. Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê diyar dike ku destê îstîxbarata Tirk di vê yekê de heye."

Têkildarî şehîdên komkujiyê CDK-E’yê diyar kir ku hunermendekî Kurd, penaberekî siyasî û ji ber hunera wî ji aliyê Tirkiyê ve tê xwestin, yê duyemîn jî welatiyekî Kurd e ku rojane serî li komeleyê dide.

Polat destnîşan kir ku jina ku şehîd bûye, mafê îltîcaya siyasî xwesitbû lê hikumeta Fransayê red kiribû.

(bb)