Hêrs û bertekên li dijî komkujiya li Parîsê

Serok, rayedar, wezîr û kesayetên siyasî li hember komkujiya li Parîsê ku tê de 3 kes şehîd bûn, hêrs û bertek nîşan dan, hevxemiya xwe bi malbatên qurbaniyan re anîn ziman û bûyer wek “qirêjî” bi nav kir.

Hêrs û bertekên li dijî komkujiya li Parîsê
24 kanûn, 2022   09:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Kurdên Fransayê, li nava dilê Parîsê bi erişeke xayinî hatin armanckirin. Hişê me li ser wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane û li ber xwe didin da ku bijîn û malbat û hezkiriyên wan re ye.”

Musteşarê Almanyayê Olaf Scholz jî bi rêya Twitterê, êriş wek “êrişeke hovane” bi nav kir û piştevaniya xwe bi malbatên qurbaniyan re nîşan da.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Anthony Blinken hevxemiya xwe bi gelên Kurd û Fransayê re nîşan da û got: “Di vê roja xemgîn de, hişê min li gel Kurdên li Fransayê û gelê Fransayê ye.”

Parlamentera Komeleya Nîştimanî ya Fransayê Marine Le Pen bi twittekê got: “Piştî bûyera gulereşandinê li nîva Parîsê, rewşeke matmayîbûnê heye.” Marine ji ber destwerdana bilez spasiya polîsan kir û hevxemiya xwe bi malbatên qurbaniyan re nîşan da.

Siyasetmedar û rojnamevanê fransî Jean-Luc Mélenchon jî got: “Ji ber vê êrişa terorîstî ya Ii dijî Navenda Çanda Kurd a li Parîsê xemgînî û hêrs heye. Ji beriya nêzî 10 salan ve û heta îro li nîvê dilê Parîsê 3 serokên Kurdan hatin qetilkirin. Êdî bes e! Divê hevalbendên me yên Kurd li vir û wir werin parastin.”

Parlamentera Partiya ‘La France insoumis’ Clementine Otten jî têkildarî bûyerê wiha nivîsand: “Êrişeke hovane ye. Xuya ye ku rastgirê tundraw carek din derb kir. Dê dewlet kengî vê gefa terorê cidî bigire? Dilê me bi qurbaniyên bûyera gulereşandinê ya li Parîsê re ye.”

Serokê nû yê ‘Partiya Komarparêzan’ Eric Ciotti jî bi twittekê hevxemiya xwe bi malbatên qurbaniyan re anî ziman.

Serokwezîra Fransayê Elizabeth Bourne jî diyar kir, “Hest û piştevaniya me bi qurbaniyên gulereşandina li Parîsê re ye. Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. Em spasiya polîsan dikin ku karîbû sûcdarê vê karê terorîstî bigirin.”

Hevserokên KCDK-E’yê Fatoş Goksungur û Yuksel Koç jî bi civîneke çapemeniyê nasnameyên şehîdan eşkere kirin. Navên şehîdan wiha ne: Evîn (Emîne Kara) a pêşengeke ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd, ji Tevgera Çandê Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û welatparêz Abdurehman Kizil.

(cx)