Însiyatîfa Jinan: Dixwazin di şexsê jinan de doza gelê Kurd biçewisînin

‘Însiyatîfa Jin Kurdistanê ji Dagirkeriyê Diparêzin’ bi daxuyaniyekê êrişa li Parîsê ya li dijî navendeke çandê ya Kurdan şermezar kir û diyar kir ku “Dijmin ji jina azad ditirse û dixwaze di şexsê wê de doza gelê Kurd biçewisîne.”

Însiyatîfa Jinan: Dixwazin di şexsê jinan de doza gelê Kurd biçewisînin
24 kanûn, 2022   09:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Însiyatîfa Jin Kurdistanê ji Dagirkeriyê Diparêzin wiha ye:

“Carek din Fransa dibe şahidê xwînrijandina Kurdan ser xaka xwe, di vî cihê ku 3 jinên têkoşer beriya  10 salan hatin hedefgirtin ku heya niha rastiya wê êrişê nehatiye zelalkirin heya roja îro ku em bûn şahidê hedefgirtina kesayetên civakî û siyasî ku li navenda çandê ya Kurdî li Parîsê kombubun ji aliyê zilamekî şêst û neh saliye tê idîa kirin ku kujerekî berê ye, êrişêke hovane ser kesên ku li navnda çandê ya bi navê Ehmed Kaya kombubun kir di encamê wê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes birîndarbûn ji wan 2 kes rewşa wan girane.

Di vê êrişê de dîsa irada jina azad hate hedefgirin çawa berî deh salan Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez rastî êrişeke hovane hatin, îro jina têkoşer Emîne Kara bû hedef, ev bêheziya dijmin dide diyarkirin ku ji jina azad ditirse û dixwaze di şexsê wê de doza gelê Kurd biçewisîne.

Ev rewş hêrsa gelê Kurd û dostên wê li himberî vê êrişêa hovane derxist pêş lê di dema ku divyabû polîsê dewleta Fransa bi rengekî aştyane tevbigeriyana gaza rondikbarînê avêtin ser kesên sivîl ev hişt ku rewş aloztir bibe û helwesta şermezarkirina gelê Kurd li Ewropa û cîhanê belav bibe.

Sûcekî wiha di vê dema ku dewleta Fransa piştgiriya xwe ji bo gelê Kurd dide diyarkirin ne tesaduf e, careke din dewleta Tirk û serokê wê Erdogan sûcdar tên dîtin ku her tim dijminiya gelê Kurd dike, ji ber hedef ji vê êrişê dîsa Kurd bûn.

Em wek jinên Kurd di Însiyatîfa Jin Kurdistanê ji Dagirkeriyê Diparêzin sersaxiyê ji malbatên şehîdan û şifayê ji birîndaran re dixwazin û bang li hemû gelê xwe dikin ku yekrêziya xwe xurt bikin li hemberî êrişên ku qirkirina gelê Kurd dikin armanc.

Em bang li dewleta Fransa dikin ku lêpirsînek cidî bike di astekê bilind de û encamên wê bi raya giştî re parve bike û sûcdarê vê êrişê û kesên li dû wê bêne darizandin û daxwaza me ji Yekitiya Ewropayê ew e ku ambargoya aborî ser dewleta Tirk ferz bikin ku destê wê di vî sûcî de hebe.”