​​​​​​​TEV-Çand Ewropa: Em ê tola şehîdên xwe rakin

TEV-Çand Ewropa êrişa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya şermezar kir û got “Em ê tola şehîdên xwe bi hunera şoreşê rakin.”

​​​​​​​TEV-Çand Ewropa: Em ê tola şehîdên xwe rakin
24 kanûn, 2022   08:23
NAVENDA NÛÇEYAN

TEV-Çand Ewropayê daxuyaniyek da û wiha da zanîn: “Wekî ku tê zanîn bi destê dewleta Tirk a faşîst duh, êrişeke hovane li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya hate kirin û hevalên me Evîn Goyî (Emine Kara), hunermend Mîr Perwer û apê Abdurahman Kizil şehîd bûn. Di serî de em bi rêzdarî û minetdarî hevalên me yên ku di êrîşa terorê ya dewleta Tirk de li paytexta Fransa Parîsê, şehîd bûne bi bîr tînin û soza xwe girêdanbûna bîranînên wan û tolhildanê dubare dikin.

Ji her sê hevalan yek jî hunermendê Tevgera Çand û Hunerê ya Kurdistanê Hozan Mir Perwer bû. Mîr Perwer, gelek salan li Bakurê Kurdistanê hunera şoreşê bi deng, awaz û bi tembûra xwe pêk anî. Ji ber vê jî ji aliye dewleta Tirk a dagirker ve 5 sal cezayê zîndanê lê hat birîn. Piştî ku gihişt azadiya xwe, ji bo ku hunera xwe bide domandin berê xwe da Ewropayê û 2 salên xwe yên dawî li Parîsê Tevgera Çand û Huner ya Kurdistanê meşand.

Wek hunermendekî şoreşger rêya şehîd Hogir, şehîd Mizgîn, şehîd Hozan Serhed ji xwe re kir rêya jiyanê. Di jiyana xwe ye rojane de jî hevalekî rûken, dilgerm bû û di hunera xwe de jî rêxistinkirî û milîtanek bû. Ew ê bi awaz û stranên xwe her tim dilê gelê xwe de bijî. Em hunermendên Kurd soz didin, em ê xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin û tola wî bi hunera şoreşê re her tim bilind bikin.”