Hunermendên Rojava dijî Komkujiya Parîsê bang kir

Hunermendên Rojava Komkujiya duyemîn a Parîsê şermezar kir û banga berxwedanê li tevahiya hunermendan kir.

Hunermendên Rojava dijî Komkujiya Parîsê bang kir
24 kanûn, 2022   08:21
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Duh li dijî Komeleya Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li taxa Saint Denisê ya li paytexta Fransa Parîsê êrişek pêk hat û di encamê de yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Evîn (Emîne Kara), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û welatparêzê bi navê Abdurehman Kizil hatin şehîdxistin.

Hunermendên Rojavayê Kurdistanê li ser mijarê ji ajansa me re axivîn û hêrsa xwe anîn ziman.

Hunermend Sumeya Serêkaniyê Komkujiya Parîsê ya duyemîn şermezar kir û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Sumeya Serêkaniyê destnîşan kir ku hedefgirtina hunermendan hedefgirtina civakê bi giştî ye û got: “Bi van êriş û komkujiyan dijmin dixwaze çanda gelê Kurd qir bike. Divê her hunermendek li dijî van êrişan li qadan bin."

Hunermend Selman Îbrahîm jî da zanîn ku ne cara yekemîne li Parîsê komkujiyek bi destê dijminê gelê Kurd pêk tê û wiha got: “Dijminê me dijminekî hov e, ji qetilkirina me têr nabe. Erdogan gotiye `ez ê gelê Kurd ji kokê rakim`, ev êrişeke terorîstî ye.”

Selman Îbrahîm komkujiya Parîsê ya 2013`an bi bîr xist û xwest ku gelê Kurd bi yek dengî li hember van komkujiyan rabe.

Hunermend Xalid Dêrik jî êriş wekî êrişeke plankirî ya li hemberî nirx û destkeftiyên gelê Kurd bi nav kir û got ku ew li hemberî van planên qirêj serî natewînin.

ANHA