Li herêma Cizîrê desteka pêşxistina sewalvaniyê

Li herêma Cizîrê ku hişkesaliya du salên borî bandor li sewalvaniyê kiribû, Murdîriyeta Sewalvaniyê destek da sewalvanan. Di vê çarçoveyê de bi deh hezaran ton êm, bi sed hezaran derzî, bi milyonana lître mazot hat belavkirin.

Li herêma Cizîrê desteka pêşxistina sewalvaniyê
24 kanûn, 2022   07:02
QAMIŞLO-XALID ETÊ

Piştî ku du sal li dû hev, hişkesalî li herêmê çêbû, sewalvanî gelek bi paş ket. Di encamê de çêrgeh kêm bûn û xwediyên sewalan nekarîn, êma ku têra sewalan dikin depo bikin, ji ber ku biha û hilberîn kêm bû.

Ji ber wê, gelek xwediyên sewalan dev ji karê xwe berda yan jî sewalên xwe frotin, hejmareke hindik hiştin da ku debara xwe pê bikin.

Li herêma Cizîrê ku bi xwedîkirina sewalan mîna mih, bizin, çêl, hêştir, hesp, gamêş û firindeyan navdar e, li gorî daneya Murdîriyeta Sewalvaniyê ya Desteya Çandinî û Avdanê ya sala 2022`yan 4 milyon û 460 hezar mih, 420 hezar bizin, 57 hezar çêl, 379 hêştir, 8 hezar û 497 hêştir, 7 hezar û 563 gamêş hene. Her wiha ev sewal ji aliyê 33 hezar û 379 sewalkaran ve têne xwedîkirin. Li herêmê 44 cihên xwedîkirina firindeyan hene.

DESTEK

Murdîriyeta Sewalvaniyê ji bo ku encamên hişkesaliyê li ser cotkaran sivik bike, hewl da êm ji sewalan re dabîn bike û ji xwediyên wan re pêşkêş kirin. Her wiha derman û mazota pêwîst ji wan re peyda kir.

Li gorî gerînendetiyê, di mewsima 2021-2022`yan de, 23 hezar û 566 ton êm bi 450 lîreyên sûrî pêşkêş kiriye û paşê ew nirx guhertiye û bi 750 lîreyên sûrî frotiye sewalkaran.

Li rex wê gerînendetiyê, 421 hezar û 900 derziyên nexweşiya xurî, 212 hezar derziyên entro, 209 hezar lître dermanê taybet ê kûlbûna li cem mirîşkan bê pere li ser xwediyên sewalan belav kirine.

Her wiha taybet bi cihên xwedîkirina mirîşkan, milyonek, 485 hezar û 935 lître mazot dabîn kiriye.

Li gorî gerînendetiyê, bi saya van xebatan, tu nexweşî di nava sewalan de derneketiyê. Dibe hinek nexweşî belav bûne lê tekakesî ne, iyadet û yekîneyên beyterî bi awayekî asayî wan derman dikin.

`BIHABÛNA ÊMÊ DI NAV SÛKAN DE, DIVÊ PARVEKIRIN BI AWAYEKÎ ASAYÎ BE`

Şêniyê bi navê Ehmed Mistefa ji gundê Tenûriyê yê rojhilatê Qamişlo ye. Li cem Mistefa 150 mih û bizin heye. Lê di encama hişkesaliyê, kêmbûna êmê û bihabûna wê de neçar maye ku 100 pez bifroşe û tenê 50 hiştiye.

Ehmed destnîşan kir ku hîna bandorên hişeksaliyê hene û bi awayekî mezin bandor dikin. Her wiha diyar kir ku xwedîkirina sewalan di van şert û mercên dijwar de ku çêrgeh û êm kêm in, gelek zehmet e ji ber ku nikare êma ku têra pez dike bikire.

Ehmed da zanîn ku êma ji aliyê murdîriyeta ve tê belavkirin, sînordar e û bi awayekî neasayî ye.

Xwediyên sewalan ên herêma Cizîrê bi Ehmed Mistefa re di heman hizirê de ne ku divê demên belavkirina êm diyar bin û bi awayekî asayî werin belavkirin da ku fişarên li ser xwediyên sewalan kêm bibin.

Kîloya sivî di nav sûkan de bi hezar û 300 lîre, ka bi 350 lîre û cehê reş bi 3 hezar û 200 lîre tê frotin.

Li gorî pirsporên beyterî, hişkesalî, kêmbûna çêrgeh û êma ji protein û madeyên organîk pêk tê, bandor li tenduristî û pergala parastinê û zayînê ya sewalan dike. Kêmbûna êmê jî, dibe sedem ku hejmara zayînê û miqdara şîrê kêm bibe.

`SECTOR BI PÊŞ KET Û NIHA ÎSTIQRAR HEYE`

Der barê rewşa sewalvaniyê li herêmê de endamê rêveberiyê Murdîriyeta Sewalvaniyê ya herêma Cizîrê Mihemed Kazim wiha ji ajansa me re axivî: “Îsal, plansazî û lêkolînên gerînendetiyê hebûn. Li ser navçe û gundan geriyan. Ji ber wê bandora neyînî li ser sektorê kêm bû. Her wiha bi rêya pêşkêşkirina derman û derziyan nexweşî jî kêm bûn. Ger em rewşa heyî bidin ber rewşa sala borî, rewş baş e û îstiqrar heye.”

Têkildarî astengiyên li pêşiya gerînendetiyê derdikevin Kazim got: “Sivî (nixalê) kêm e. Ji ber ku hêza hilberînê ya aşên herêmê kêm e. 7 navendên êm li herêmê hene. Lê divê li gorî dewreya êmê, êm her du mehan li ser xwediyên sewalan bê belavkirin. Lê em di vî warî de ji ber derfetên me yên sînordar, zehmetiyan dikişînin. Êm li gorî vê dewrê nayê belavkirin.”

PLANSAZÎ Û PÊŞXISTINA SEKTORÊ DI MEWSIMA NÛ DE

Girêdayî plansazî û projeyên dema bê, Mihemed Kazim ev agahî parve kirin: “Rêveberî, daneyan çêdike û bi awayekî asayî li ser gundan û navçeyan digere. Di civînê salane de, êma ji xwediyên sewalan re tê pêşkêşkirin, hate nîqaşkirin. Niha projeyeke nû heye ku sivî, êmê têkil û ceh li gorî dewreya êmê li ser xwediyên sewalan bi nirxên guncew bê belavkirin.”

(şx)

ANHA