Îstixbarata Tirk gefa êrişên dijî Kurdên Ewropayê kiribû

Rayedarê berê yê payebilind ê îstixbarata Tirkiyê Îsmaîl Hakki Pekîn 2021`an li xwe mikur hatibû ku Komkujiya Parîsê ya 2013`an wan pêk aniye û bi van gotinan gefa êrişên nû kiribû: “Li Ewropayê jî endamên wan hene. Divê em tiştekî bînin serê wan…”

Îstixbarata Tirk gefa êrişên dijî Kurdên Ewropayê kiribû
24 kanûn, 2022   07:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh (23`ê Kanûna 2022`yan) danê nîvro li paytexta Fransa Parîsê li dijî Komeleya Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrîşeke çekdarî hat kirin. Êrişkarê ku hat pêşiya komeleya li kolana Engîen a taxa Saînt Denisê gule li endamên komeleyê reşandin. Di êrîşê de 3 kes şehîd bûn û 3 kes jî birîndar bûn.

Balkêş e ku êriş beriya salvegera 10`emîn a Komkujiya Parîsê (9`ê Çileya 2013`an) ya ku pêşengiyên têkoşîna azadiya jin Sakîne Cansiz (Sara), Leyla Şaylemez (Ronahî) û Fîdan Dogan (Rojbîn), her wiha salvegera 6`emîn a Komkujiya Silopî (4`ê Çileya 2016) ku pêşengên jin Pakize Nayır, Sêvê Demir, Fatma Uyar hatin qetilkirin, pêk hat. Her du komkujî jî ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn pêkanîn û wekî parçeyek planên qirkirina Kurdan û têkoşîna azadiya jin hatibûn şîrovekirin. Piştî Komkujiya Parîsê êrişkar hatibû girtin û peywendiya wî ya bi îstixbarata Tirk re derketibû holê.

Di êrişa duh pêk hat de jî dîmenên bi heman rengî derketin pêş. Li gorî daxuyaniyên ku piştî komkujiyê ji aliyê rêveberên saziyên Kurd ên Ewropayê ve hatin dayîn, wê li Komeleya Çandê ya Ahmet Kaya bi minasebeta salvegera Komkujiya Parîsê civînek bihata lidarxistin. Civîn ji ber hin sedeman saetekê hatibû taloqkirin. Êriş jî di vê navberê de pêk hat.

Ev geşedan jî nîşan didin ku êriş ji rêzê nîn e, plankirî ye û gefên rayedarên îstixbarata Tirk bi bîr dixîne. Ji ber vê yekê êrişa duh wekî Komkujiya duyem a Parîsê hat binavkirin.

Di 16’ê Sibata 2021`an de, serokê berê yê Daîreya Îstîxbarata Fermandariya Giştî ya Artêş Tirk Îsmaîl Hakki Pekîn di bernameyeke televizyona bi navê CNNTurk de li xwe mikur hatibû ku Komkujiya Parîsê “operasyoneke dewletê” ye û xwestibû li dijî rêveber û endamên tevgera azadiya Kurdistanê êriş bêne kirin.

Pekîn, bersiva pirsa pêşkêşvan Ahmet Hakan a wekî “Tîma mejî ya PKK’ê ji çar kesan pêk tê” dabû û ev gef kiribûn: “Zêdetir e. Rêveberiya konseyê heye. Ser serê wê jî bawer im niha Mûrat Karayilan heye. Di binê wî de jî tîm hene. Mesele ew zêde ji Qendîlê dernakevin. Li Ewropayê jî endamên wan hene. Divê em tiştekî ji endamên wan ên Ewropayê bikin. Beriya niha li Parîsê hat kirin, belê…”

Îsmaîl Hakki Pekîn heta sala 2012’an di asta fermandariyê de cihê xwe di nava artêşa Tirk de girt û beşdarî gelek êriş û planên qirêj ên dijî Kurdan bûye.

(cx)

ANHA