​​​​​​​Rojnameyên erebî: Çavê Îtalyayê li petrola Iraqê ye

Serdana serokwezîra Îtalyayê ya ji bo Iraqê, hilbjartinên li Tunisê û rewşa Lîbyayê manşetên rojnameyên erebî yên îro ne.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Çavê Îtalyayê li petrola Iraqê ye
24 kanûn, 2022   08:00
NAVENDA NÛÇEYAN

‘SEROKWEZÎRA ITALYAYÊ GIRÎNGIYÊ DIDE IRAQÊ Û ÇAVÊ WÊ LI ENERJIYÊ YE’

Rojnameya El Ereb bal kişand ser serdana serokwezîra Îtalyayê ya li Iraqê û wiha nivîsand: “Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni ji bo yekem serdana xwe ya fermî li derveyî Ewropayê amaje bi Iraqê kir û çavê wê li xurtkirina tevgerên bi Bexdayê re ye, nemaze di warê petrol û gazê de. Ev yek li gel ku Ewropa di nava hewldanan de ye da ku bandorên enerjiya Rûsyayê bi dawî bike, pêk hat.

Iraq yek ji dewletên mezin ên berhemdayîna petrolê ye. Hilberîna petrola xam a Iraqê bi parên hikumeta federal û ya herêma Kurdistanê rojane derdora 5 milyon bermîl e.

Li gorî daxuyaniyên berê yên serokê Şîrketa Bazirganiya Petrolê ya hikumeta Iraqê, Iraq difikire hilberîna petrol bigihîne 7 milyon bermîlî di rojekê de. Ji ber vê yekê gelek dewlet, bi taybet Ewropa hewl didin tevkariya xwe ya di warê enerjiyê de bi Iraqê re xurt bikin, da ku girêdana bi petrolê Rûsyayê bi dawî bikin.

Iraq ji bo şîrketên petrolê yên Amerîka, Fransa û Brîtanyayê qada pêşbaziyê ye, lê Îtalya girîngiyeke mezin dide ku bi rêya şîrketa xwe ya mezin a di vî warî de derbasî xeta Iraqê bibe.

Li gorî çavdêran, tevkariyên bi dewletên Ewropayê re dikeve xizmeta Bexdayê da ku binesaziya enerjiya xwe nûjen bike ku ji ber şer û nakokiyan hilweşiyabû.

Hikumeta Iraqê di nava projeyên xwe de hewl dide di nava 4 salan de gaza xwezayî bişewitîne. Hîna Iraq beşek ji gaza ku hatiye derxistin û petrola xam dişewitîne, nemaze ku kargehên wê yên pêwîst tune ne. Çavdêr dibêjin, şîrketên Îtalyayê dikarin di vî warî de rolekê bilîzin.

Îtalya ku endameke NATOʹyê ye, di çarçoveya operasyona Prima Partica ya ku piştgiriyê dide Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê de derdora 650 kes li Iraq û Kuweytê belav kirine.

Ji ber nakokiyên di navbera hikumeta federal û ya herêma Kurdistana Iraqê de yên der barê gaz û petrolê de, hin şîrketên cîhanê xebatên xwe li Kurdistana Iraqê rawestandin. Ne dûr e ku hêzên navneteweyî zexteke zêdetir li her du aliyan bikin da ku li hev bikin. Ev yek dê bihêle ku Iraqê bêtir sûdê ji berhemên xwe yên enerjiyê.

Serokwezîra Îtalyayê di serdana xwe ya li Iraqê de, bi boneya cejna Neolê serdana leşkerên welatê xwe kir.”

‘ENCAMÊN DESTPÊKÊ YÊN HILBIJARTINÊN PARLAMENTOYA TUNISÊ: ZÊDETIRÎ 20 ÎTÎRAZ’

Der barê hilbijartinên parlamentoya Tûnisê de, rojnameya Şerq El Ewsat wiha nîvisand: "Dadgeha Rêveber a Tunisê a ku li dozên binpêkirinên qanûnî dinêre, eşkere kir ku di encamên pêşîn ên hilbijartinên qanûnsaz ên ku 17ʹê vê Kanûnê hatin lidarxistin de 26 îtîraz wergirtine.

Endama Yekitiya Peywendî û Ragihandinê ya Dadgeha Rêveber Elfa Qîras diyar kir ku înê roja dawî ya wergirtina îtîrazan bû. Her wiha destnîşan kir ku di rojên piştî ragihandina encamên pêşîn de gelek îtîraz wergirtin û îro (şemiyê) wekî roja rûniştinên destpêkê yên guhdarkirina kesên ku îtîraz pêşkêş kirine, diyar kiriye. Desteya Hilbijartinan a Tunisê jî dê bersiva pirsan bide ji ber ku ew çavdêriyê li proseya hilbijartinan dike û biryarê dide.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Desteya Hilbijartinan êvara duşema borî encamên destpêkê yên hilbijartinên qanûnsaz ragihandin. Li gorî vê encamê, di qonaxa yekemîn de 23 namzet bi ser ketin. Gelek rexneyên aliyên muxalîf li serok Qeys Seîd hebûn û banga boykotkirina hilbijartinan jî hatibû kirin. Ev yek bandoreke neyînî li rêjeya beşdarbûnê kir. Ji sedî derdora 11.2 hilbijêran dengê xwe dan. Lê hejmara hilbijêran zêdetirî 9 milyon e.”

‘ÎXWAN LÎBYA’ DOZGERIYÊ BEŞDARÎ ALOZIYA SIYASÎ DIKE’

Li ser rewşa Lîbyayê rojnameya Îtîhad El Îmaratiya wiha nivîsand: "Pispor û çavdêrên siyasî diyar kir ku koma ʹÎxwanʹ a terorîst hemû rê û rêbazan bi kar tîne da ku rewşa siyasî wekî xwe bimîne. Ji wan rêbazan; dadgehê wekî çekekê li dijî muxalifên xwe bi kar tîne û hewl dide saziyên dozgeriyê beşdarî aloziya siyasî ya di navbera aliyên nakok bikin da ku armancên xwe bi cih bîne. Çavdêrên siyasî diyar dikin ku rewş gihaşt wê astê ku qanûnan li gorî pîvanên vê komê tên derxistin.

Çavdêrê siyasî yê lîbyayî Heysem Ehmed El Werfelî diyar kir ku aloziya heyî ew e ku ʹÎxwan Lîbyaʹ dozgeriyê bi kar tîne, bi taybet di doza serokê berê yê Dadgeha Bilind Mihemed El Hafî de. Ev ne cara yekemîn e. Cara yekemîn a ku dadgeh derbasî siyasetê kir sala 2014ʹan bû, dema ku Dadgeha Destûrî biryar da ku parlamento ne rewa ye, ji ber ku radestkirin û wergirtin ne li Terablusê ya paytext bû. Ji wê demê ve dadgerê ku biryar da, winda bûye."