Li Hesekê 29 milyon lître mazot hat belavkirin

Komîteya Sotemeniyê ya Hesekê heta niha 29 milyon lître mazot ji bo germkirinê li şêniyan belav kiriye.

Li Hesekê 29 milyon lître mazot hat belavkirin
24 kanûn, 2022   06:00
HESEKÊ-ARAM EHMED

Komîteya Sotemeniyê ya Hesekê di 2`yê Tebaxê de dest bi belavkirina sotemeniyê kir. Destpêkê li taxên bajêr belav kir ku para her malbatekê 300 lître bi nirxê 160 lîre ye.

Li gorî endamê Komîteya Sotemeniyê Yezen Ehmed, heta niha komîteyê 29 milyon lître mazot li gorî 98 kartan ji bingeha 101 hezar kartan belav kiriye. 

Ehmed ji ajansa me re diyar kir ku xebatên belavkirinê li naverasta bajêr berdewam e û tenê taxa El Nasra maye û tê payîn xebatên belavkirinê di demeke nêz de bi dawî bibin.

Ehmed da zanîn ku di belavkirinê de gelek astengî li pêşiya wan derdikevin û got: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî navendên petrolê, bû sedem ku miqdara sotemeniyê kêm bibe. Dahatû ji berê kêmtir bûye.”

Ehmed diyar kir ku hejmara zêde ya niştecihên Hesekê û erdnîgariya wê yek ji sedeman e ku sotemenî dereng bigihêje şêniyan lê ruxmî wê hewl didin ku mazotê bigihînin hemû şêniyên herêmê.

(şx)

ANHA