​​​​​​​PANORAMA 2022-5

​​​​​​​PANORAMA 2022-5
24 kanûn, 2022   04:27
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

Rêveberiya Xweser di 2022`yan di aliyê dîplomatîk de li ser asta cîhanê pêşketin pêk anî û nêrîn û projeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cîhanê da nasandin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di 2022`yan de têkoşîneke siyasî û dîplomatîk meşand. Bi dehan şandeyên dîplomatîk û siyasî pêşwazî kirin. Bi dehan caran sardana welatên derve kir. Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û nasandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek komxebat, panel û civîn li dar xistin. Her wiha gelek lihevkirin bi hêzên demokratîk re îmze kirin.

Di 2022`yan de, zêdetirî 70 şande bi awayekî fermî sardana herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Di serdanan de, girîngiya Rêveberiya Xweser, rewşa herêmê, dorpêça li ser herêmê, têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞ`ê û êrişên dewleta Tirk ku dixwaze DAIŞ`ê zindî bike hatin gotûbêjkirin. Hin welatan jî bi rêya şandeyên xwe hemwelatiyên xwe yên di nava DAIŞ`ê de wergirtin.

Rêveberiya Xweser di kar û xebatên xwe yên dîplomatîk de girîngî da du mijarên sereke; ya yekê pêşxistina têkiliyan bi civak û saziyên ne hikumî re. ya din jî hewldanên pêşxistina têkiliyan bi saziyên hikumî û navneteweyî yên fermî re.

Dîplomasiya civakî ya ku Rêveberiya Xweser, pêşxistina têkiliyên bi civak, saziyên civaka xwecihî, rêxistinên alîkariyan, hiqûqî, sivîl û yên çapemeniyê re esas digire.

MSD`ê jî gelek hevdîtinên dîplomatîk li hundir û derve pêk anîn, rêzecivîn, panel û komxebat li dar xistin da ku nêrîna gelên Sûriyê bike yek û rêbazên serkeftî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê peyda bike.

DI 2022`YAN DE SERDAN Û HEVDÎTINÊN DÎPLOMATÎK LI HUNDIR Û DERVE

Hevdîtinên dîplomatîk ên li hundir:

4`Ê ÇILEYÊ

 Cîgirê Nûnerê Berê yê Amerîkayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Matt Borrell bi Rêveberiya Xweser re hevdîtin kir û geşedanên dawîn li herêmê nîqaş kirin.

9`Ê ÇILEYÊ

 Seroka Desteya Amerîkayê ya Parastina Azadiya Olan a Navneteweyî Nadine Menza sardana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

14`Ê ADARÊ

Şandeyeke Swêdê bi serokatiya Berpirsê Daîreya Kar û Barên Konsolosxaneyê û Qanûna Sivîl Friedrich Florian û cîgira wî Christine Heisenberg sardana navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya li Qamişlo kir.

31`Ê ADARÊ

 Şandeyeke Wezareta Derve ya Almanyayê bi serokatiya gerînendeyê kar û barên balyozxaneyê û koçberiyê Kurt Georg Stock-Stillfried û alîkara balyozxaneya Almanyayê li Derve Manga Clays serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

4`Ê NÎSANÊ

 Serokatiya Alîkara Seroka Komîseriya Mafên Zarokan a Serokê Rûsyayê, Elena Alexandrova û alîkarê wê Sergy Igorevich li avahiya Daîreya Têkiliyên Derve bi Rêveberiya Xweser re civiyan.

Şandeyek Brîtanya bi serokatiya Cîgirê Balyozê Brîtanya li Hewlêrê Jamie Hamill sardana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û bi rayedarên Rêveberiya Xweser re geşedanên dawîn ên herêmê nîqaş kirin.

8`Ê NÎSANÊ

 Şandeyeke Tacikistanê bi serokatiya Konsolosê Tacikistanê li Kiwêtê Dr. Zubeydullah Zibîdov û sekreterê sêyemîn ê Balyozxaneya Tacekistanê li Kiwêtê Raslan Dizorîv sardana Daîreya Têkiliyên Derve ya li Qamişlo kir.

18`Ê NÎSANÊ

Şandeyeke payebilind a Rûsyayê bi serokatiya seroka Komîseriya Mafên Zarokan a Serokê Rûsyayê Elena Alexandrova sardana Daîreya Têkiliyên Derve kir.

8`Ê GULANÊ

Şandeyeke Swêdê bi serokatiya Berpirsê Daîreya Kar û Barên Balyozxaneyê û Qanûna Sivîl Friedrich Florian û cîgira wî Christine Heisenberg sardana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

17`Ê GULANÊ

Şandeyeke Wezareta Karên Derve ya Danîmarkayê bi serokatiya Nûnerê Danîmarka li Sûriyê Nikolaj Harris gihaşt Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

21`Ê GULANÊ

Şandeyeke hevbeş a Komara Albanya û Kosvo gihaşt Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

25`Ê GULANÊ

Şandeyeke Fransayê ya ji serokê Saziya Daniel Mitterrand Jeremy Chaumatier, berpirsa şopandina kar û barên Rojhilata Navîn a Meclisa Şaredariya Parîsê Maro, seroka Rêxistina URD Veronica de Crouffe, endamên rêveber ên Daniel Mitterrand Philippe de Callimard û Corinne Bosser gihaştin Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

31`Ê GULANÊ

Endamê Parlamentoya Ewropayê û endamê Komîteya Kar û Barên Derve û Komîteya Şaxî ya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Ewropayê Javier Nart sardana herêmê kir da ku ji rewş û geşedanên dawîn ên li herêmê agahdar be.

5`Ê HEZÎRANÊ

Şandeyeke fermî ya Hollandayê bi serokatiya nûnerê Hollanda yê taybet bi pirsgirêka Sûriyê Emile de Bond û mudirê Wezareta Karên Deve ya Balyozxaneyê Dirk Jan Nieuwenhuis sardana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

19`Ê HEZÎRANÊ

Şandeyeke Wezareta Karên Derve ya Belçîkayê bi serokatiya Nûnerê Belçîkayê li Sûriyê û konsolosê Belçîka li Lubnanê Hubert Corman sardana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

2`YÊ TÎRMEHÊ

Şandeyeke Awistiryayê bi serokatiya endamê Parlamentoya Awistiryayê ku namzetê Partiya Kesk e Eva Dzizich û lêkolîner û akademîsyen Thomas Schmiedenfer sardana herêmê kir.

18`Ê TÎRMEHÊ

Şandeyeke Fransayê ku ji Wezîrê Karên Derve yê Berê Bernard Kouchner, nivîskar û Pisporê Kar Û Barên Kurdî Patrice Franceschi, nivîskar Roxane de Maisonneuve û nûnerê Rêveberiya Xweser li Fransayê Xalid Îsa bi nûnerên Rêveberiya Xweser re hevdîtinê kir.

21`Ê TÎRMEHÊ

Şandeyeke Rûsyayê bi serokatiya Alîkarê Seroka Komîseriya Mafên Zarokan a Serokê Rûsyayê Elena Alexandrova serdana Daîreya Têkiliyên Derve kir.

10`Ê COTMEHÊ

Şandeyeke Wezareta Karên Derve ya Fransayê bi serokatiya serokê navenda Birêvebirin Û Desteka Aloziyan Stéphane Romatet sardana herêmê kir, rewşa siyasî û xizmetguzariyê li herêmê nîqaş kir û hemwelatiyên Fransayê yên li kampên li heêrmê vegerandin.

18`Ê COTMEHÊ

Şandeyeke Wezareta Karên Derve ya Fransayê bi serokatiya serokê Navenda Birêvebirin Û Desteka Aloziyan Stéphane Romatet sardana avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

20`Ê COTMEHÊ

Şandeyeke Rûsyayê bi serokatiya Komîseriya Mafên Zarokan A Rûsyayê Maria Lvova Belova sardana avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

31`Ê COTMEHÊ

Şandeyeke Parlamentoya Ewropayê ku ji nûnerê bloka Partiya Sosyalîst- Demokrat a Awistiryayê Andreas Scheider, nûnerê bloka Partiya Kesek a Parlamentoya Ewropayê yê Fransa François Alfonsi pêk tê, sardana herêmê kir û piştgiriya xwe bi gelê herêmê re nîşan da.

1`Ê MIJDARÊ

Şandeyeke Wezareta Karên Derve ya Almanyayê bi serokatiya Manga Cleese serdana herêmê kir.

Şandeyeke Wezareta Karên Derve ya Hollandayê bi serokatiya nûnerê Hollanda li Sûriyê Emile da Pont sardana Daîreya Têkiliyên Derve ya li Qamişlo kir.

3`YÊ KANÛNÊ

Şandeyeke Katalonyayê sardana herêmê kir da ku rewşa herêmê li gel êrişên dawîn ên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bişopîne û desteka gelê herêmê bike.

11`Ê KANÛNÊ

Şandeyeke Meclisa Federal a Swîsreyê sardana herêmê kir û destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê li dijî qanûnên navneteweyî û şertên NY`yê ne. Her wiha bang li Tirkiyê kir ku pabendiyên xwe di çarçoveya qanûnên navneteweyî de pêk bîne û çi dibe bila bibe sivîlan qetil neke.

538 KES JI MALBAT Û ZAROKÊN DAIŞ`Î HATIN RADESTKIRIN

Rêveberiya Xweser di serdanên dîplomatîk de 538 kes ji malbat û zarokên DAIŞ`ê li gorî protokolên fermî yên di navbera Rêveberiya Xweser û dewletan de, radestî welatên wan kirin.

HEVDÎTINÊN DÎPLOMATÎK LI DERVE:

14`Ê ÎLONÊ

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Ewropayê Ebdulkerîm Omer li bajarê Strasbourg ê Fransayê bi parlamenterên Ewropayê yên di nava Koma Dostên Kurdan de gelek hevdîtin kirin û tevî komê civîneke çapemeniyê li dar xist.

3`YÊ TÎRMEHÊ

Cîgirê Serokê Senatoya Fransayê Pierre Laurent li Parîsê şandeyek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşwazî kir. Di serdanê de rewşa giştî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, astengiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser û gefên DAIŞ`ê hatin nîqaşkirin.

29`Ê MIJDARÊ

Nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropayê Ebdulkerîm Omer bi bloka Partiya Çepgir a Parlamentoya Almanyayê “Bundestag” re li avahiya parlamentoyê ya li Berlînê civiya.

4`Ê KANÛNÊ

 Şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Luksembûrgê bi Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Luksembûrgê Yves Crosten û parlamenter Natalie Oberweiss re civiya.

5`Ê KANÛNÊ

Şandeyeke Rêveberiya Xweser bi rayedar û endamên Komîteya Têkiliyên Navneteweyî ya Partiya Çepgir a Luksembûrgê re civiya, di hevîdîtinê de teqezî bi piştgirîdayîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin.

XEBATÊN DÎPLOMATÎK ÊN MSD`Ê:

20`Ê GULANÊ

 MSD û QSD bi şandeyeke Amerîkayê re ku ji Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Joey Hood, Cîgira Wezîrê Karên Derve û Nûnerê Taybet ê Sûriyê Amy Katrona, Cîgirê Şandeyê Taybet ê Sûriyê David Brownstein, Mudîra Meclisa Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê û Sûriyê ya Koşka Spî Zahra Bell pêk dihat, civiya.

6`Ê TÎRMEHÊ

Şandeyek Amerîkayê serdana girtîgeha Xiwêran, kampa Holê, Kobanê û Minbicê kir.

6`Ê MIJDARÊ

Seroka Meclisa Rêveber a MSD`ê, endamên Desteya Serokatiya MSD`ê bi şandeyeke Amerîkayê re ku ji cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Kar û Barên Rojhilata Jêrîn Ethan Goldrich pêk dihat, civiya. Her du aliyan geşedanên li Sûriyê nîqaş kirin.

MSD`ê di 2022`yan de li hundir û derve gelek xebatên dîplomatîk meşandin:

9-10`Ê NÎSANÊ

Hevdîtina Şêwirê ya Duyemîn a Hêz û Kesayetên Demokratîk li Stokholmê.

14-15`Ê GULANÊ

Hevdîtina Şêwirê ya Sêyemîn li Stokholmê û wekî berdewamiya şêwirê li Brûkselê komxebat hat lidarxistin.

5-7`Ê TEBAXÊ

 Hevdîtina Şêwirê ya Hêz û Kesayetên Demokratîk li Helebê.

2-3`YÊ ÎLONÊ

Hevdîtina Şêwirê ya Hêz û Kesayetên Demokratîk li Reqa.

16-17`Ê ÎLONÊ

Hevdîtina Şêwirê ya Hêz û Kesayetên Demokratîk li Qamişlo.

DÎPLOMASIYÊ RÊVEBERIYA XWESER HETA NIHA ÇI BI DEST XISTIYE?

Nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropayê Ebdulkerîm Omer têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. Omer diyar kir ku dîplomasiya fermî ya Rêveberiya Xweser di 2022`yan de bi awayekî balkêş bi pêş ket, bi taybet piştî şerê dijî DAIŞ`ê û têkbirina wan di aliyê cografî de.

Omer destnîşan kir ku mirov dikare bêje Rêveberiya Xweser li ser asta Ewropa û welatên mîna Rûsya, Amerîka, Brîtanya û Fransayê hatiye qebûlkirin û ev dewlet dan û standinên fermî pê re dikin û hevdîtinan li dar dixin.

Omer bal kişand ser pêşxistina têkiliyên dîplomatîk ên Rêveberiya Xweser bi saziyên Yekitiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî re û anî ziman  ku ji bo pêşxistina dîplomasiya civakî gavên baş hatine avêtin û têkiliyên dîplomatîk bi saziyên sivîl û hiqûqî yên cîhanê re mîna Human Rights Watch û Komîteya Lêpirsînê ya taybet bi Sûriyê hatine bipêşxistin.

Omer îşaret pê kir ku têkiliyên fermî bi hin welatên Ereban, Rojhilata Navîn û welatên di pirsgirêka Sûriyê de bi bandor re hîna nehatin bipêşxistin.

Omer wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Rêveberiya Xweser di 2022`yan de nexasim li gel êriş û gefên dewleta Tirk têkoşîneke bêhempa li ser asta dîplomatîk meşand. Me li Ewropayê dest bi hemleyeke mezin kiriye. Me li derve bi dehan hevdîtin li dar xistin û gelek mijarên mîna sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û encamên êrişên wê, şerê dijî DAIŞ`ê û guhertina demografiya herêmên dagirkirî bi şandeyên Ewropayê re parve kirin.”

(şx/cx)

ANHA