​​​​​​​Li hember komkujiya Parîsê kobanî daketin kolanê

Ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê ku di encamê de 3 kurd şehîd bûn, bi dehan şêniyên Kobanê vê êvarê daketin kolanê.

​​​​​​​Li hember komkujiya Parîsê kobanî daketin kolanê
23 kanûn, 2022   20:31
KOBANÊ

Bi dehan şêniyên Kobanê daketin kolanan û komkujiya Parîsê şermezar kir ku di encamê de 3 kurd şehîd bûn û 3 din jî birîndar bûn.

Şênî li Qada Jina Azad kom bûn û sloganên “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Tolhildan, tolhildan”, “Bijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Di çalakiyê de endama rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Firatê Rûdîn Bozan axivî û got: “Em dixwazin kujerên komkujiya li Parîsê werin darizandin. Bêdengiya hikumeta Fransa li hember komkujiya Parîsê ya 2013`an, rê da ku îstixbarata dewleta Tirk a dagirker komkujiyeke din pêk bîne. Divê hikumeta Fransa, delîlan li ser bûyerê ji edaletê re pêşkêş bike.”

Hikumeta Fransayê ragihandibû ku wê kujerê komkujiyê girtiye ku berê girtîbû û beriya 10 rojan ji girtîgehê derketiye.

Tê payîn ku sibe kurdistanî li seranserî cîhanê li kolanan bin û komkujiya Parîsê û êrişên domdar ên li dijî kurdan şermezar bikin.

(şx)

ANHA