Macron: Kurd bi êrişeke bi xayinî hatin armanckirin

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, komkujiya li paytexta Fransa Parîsê ku 3 Kurd tê de şehîd bûn, şermezar kir û got: “Bi êrişeke bi xayînî hatin armanckirin.“

Macron: Kurd bi êrişeke bi xayinî hatin armanckirin
23 kanûn, 2022   17:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, li ser hesabê xwe yê Twitterê êrişa li Parîsê şermezar kir û got: “Kurdên Fransayê, li nava dilê Parîsê bi erişeke bi xayinî hatin armanckirin.“

Macron diyar kir ku hişê wan li ser wan kesan e ku jiyana xwe ji dest dane û li ber xwe didin da ku bijîn û malbat û hezkiriyên wan e û ji ber “wêrekî û hêminiyê“ spasiya polîsan kir.