Hêzên Ewlekariya Hundirîn komeke sûcdar li Qamişlo girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê endamên komeke sûcdar li Qamişlo girtin ku destê wan di gelek dozên cezayî de hene.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn komeke sûcdar li Qamişlo girt
23 kanûn, 2022   18:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi operasyoneke taybet gelek sûcdar girtin piştî ku xwe di malekê de li bajarê Qamişlo veşartibûn.

Hêzê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:

“Bi mudahemeyeke taybet, Hêzên Operasyonê gelek sûcdarên xetere girtin, piştî dîtina cihê wan yê veşartî di malekê de li bajarê Qamişlo.

Di serdegirtinê de, sûcdar li hember dewriyeyê bi çekên kilaşnîkof û bombeyên destan êriş, di encamê de hêzên oparesyonê jî bersiva wan dan û bi wan re ketin pevçûnê. Di encama pevçûnê de yek ji wan sûcdaran hat kuştin û 6 ji wan hatin girtin di nav de jinek jî hebû. Her wiha 4 ji wan reviyan û şopandina me li ser wan berdewam e û 3 endamên me jî birîndar bûn.

Hêzên oparesyonê 3 kesên ku alîkariya sûcdaran dikirin girtin ku nedihiştin em sûcdaran bigirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye kesên sûcdar di dosyayên cînayî yên curbicur de wek, dizî, madeyên hişbirê û şêlandinê tên xwestin.”