Daxuyaniya wezîrê karên hundir ê Fransayê ne zelal e: êrişker rastgir e!

Wezîrê karên hundir ê Fransayê Gerald Darmanin têkildarî komkujiya Parîsê li cihê bûyerê daxuyaniya çapemeniyê da û îdîa kir ku peywendiya kujer bi siyasetê re nîne û got ew berî demeke kurt ji girtîgehê derketiye.

Daxuyaniya wezîrê karên hundir ê Fransayê ne zelal e: êrişker rastgir e!
23 kanûn, 2022   17:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên hundir ê Fransayê Gerald Darmanin li ser fermana Serokkomarê Fransayê Imanuel Macron çû cihê komkujiyê têkildarî mijarê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Darmanin diyar kir ev êrişker berê niha çend rojan ji girtîgehê derketiye û ev agahî da: “Ev kes berê niha demeke kurt ji girtîgehê derketiye, lê em niha lêkolîn dikin ka çawa derketiye. Ev kes ji aliyê dada Fransayê ve tê nasîn û bisabiqaye.”

Gerald Darmanin idîa kir ku peywendiya vî kujerî bi ti aliyên siyasî ve nîn e û li aliyekî din jî got: “Ti delîl di destê me de nîn in ku siyasî be. Lê em dizanin kesekî rastgir e û berê tev li gelek civînên rêxistinên rastgir (nijadperest) bûye. Lê em naxwazin ti rêxistineke rastgir ji ber vêya tawanbar bikin.”

Li ser bîlançoya şehîdan jî Darmanin diyar kir li avahiya komeleya Kurdan 3 kes şehîd bûne û got: “3 kes li komeleya Kurdan jiyana xwe ji dest dane, kesek din jî li cihekî din.”

Lê Darmanin, ne got ev kesê din şehîd e yan jî birîndar e.

Wezîrê karên hundir ê Fransayê Gerald Darmanin her wiha got, êrişker çek bi behaneya werzîşê bidest xistiye, lê nizanin ji ku derê girtiye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Lêkolîna der barê bûyerê de dewam dike. Ji ber sersalê her der gelek qelebalix e. Lewma me hêzên xwe yên ewlekariyê xistine amadebaşiyê ji bo parastina camî û komeleyan!”

Balkêş e ku piştî axaftina Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Gerald Darmanin polîsên Fransayê êrişê çalakiya protestoyî ya kurdistaniyan kirin, li gelek navendan protesto û alozî hene. Li Marsîlyayê jî ji ber êrişa polîsan çend kurdistanî bi sivîkî birîndarbûn.