Li Qamişlo `Melodiyên Payizê` hate pêşandan

Koma Yekpar li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemde Şêxo bi stranên xwe yên rengîn bi konsêrta bi navê “Melodiyên Payizê” şêniyên bajarê Qamişlo bi coş kirin.

Li Qamişlo `Melodiyên Payizê` hate pêşandan
23 kanûn, 2022   15:31
QAMIŞLO

Koma Yekpar li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bi dengên alavên xwe yên muzîkê li ber dengê hunermed Sîdar bi stranên xwe yên bi ziman Kurdî, Erebî û Suryanî û bi zaravayên kurdî yên cuda mîna Soranî û Zazakî şêniyên bajarê Qamişlo bi coş kirin.

/kr/uploads/files/2022/12/23/153329_00.webp

Li ser navê koma Yekpar Beyar Dîno wiha qala komê kir: “Koma Yekpar ji 7 kesan pêk tê. Ji ber ku me xwest di payîzê de vê berhema xwe bidin nîşandan, me navê wê kir Konsêrta `Melodiyên Payîzê`.”

Dîno da zanîn ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên ku di encamê de gelek sivîl birîndar û şehîd bûn, wan çalakiya xwe dereng xistiye û ev li gotinên xwe zêde kir: “Me nekarî di dema wê de vê xebata xwe pêk bînin. Ji ber ku Rêveberiya Xweser ji bo ewlekariya gelê herêmê kar û xebatên xwe dan sekinandin. Me jî xebata xwe hişt heta roja îro ku em bikarin vê berhema xwe bi gelê herêm re parve bikin.”

Der barê lidarxistina konsêrtê li herêmên din Dîno got: “Armanca me ew e ku ji derveyî Qamişlo, em li bajarê Dêrikê, Hesekê û Reqayê bidin nîşandan.”

Di dawiyê de Beyar Dîno da zanîn ku wê hunermend ji derveyî herêmê bên û alîkariya xebatên wan bikin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ger pêwîst bike, wê alîkariya hevalên li Navenda Mihemed Şêxo bikin.  Em bi hêvî ne rojên bi aram bijîn.”

(dg)

ANHA