​​​​​​​Li Minbicê stada 4`ê Nîsanê hate vekirin

Piştî xebatên bênavber ên 7 mehan îro li Minbicê Stada 4`ê Nîsanê bi dirûşma “Ciwan fedaî rêber Apo ne” hate vekirin. Di şahiya vekirinê de, gelek saziyên rêveberiyê hatin xelatkirin ku bi vê xebatê rabûne.

23 kanûn, 2022   16:02
MINBIC

Komîteya Ciwan û Werzîşê di 30`yê Nîsanê de dest bi amadekirina zemîna stadê kir.

Îro û piştî xebatên 9 mehan, komîteyê bi beşdariya endamên Desteya Ciwan û Werzîşê, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Minbicê, Komîteya Çand û Hunerê û rêxistinên civaka sivîl stad vekir.

Li stadê, gelek pankartên têkildarî werzîşê, hatin daliqandin. Di çalakiyê de hevseroka Meclisa Qanûnsaz Sîham Hemo axivî.

Piştî bidawîbûna maçê, hevseroka Komîteya Werzîş û Ciwanan a Minbicê Hecî Mistefa axivî û spasiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, komîteyên wê û saziyên wê  kir.

Komîteya Ciwan û Werzîşê, Meclisên Rêveber û Qanûnsaz, Meclisa Malbatên Şehîdan, Navenda Çand û Hunerê, Nivîsgeha Lêkolîn û Plansaziyê, Komîteya Şaredariyan, Şîrketa El Seyd, tîmên Cizîr û Îtîhad xelat kirin.

Di dawiya çalakiyê de, tîmên Cizîr û Îtîhad maçek lîstin ku bi heman encamî bi dawî bû.

(şx)

ANHA