Kongra Star kiryarên dewleta Îranê li dijî xwepêşandêran şermezar kirin

Meclisa Kongra Star piştgiriya serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya bi pêşengiya jinan kir û kiryarên çewisandinê ya dewleta Îranê li dijî xwepêşandêran û birîna cezayên darvekirinê li dijî wan, şermezar kirin û bi sûcên li dijî mirovahiyê wesifandin.

Kongra Star kiryarên dewleta Îranê li dijî xwepêşandêran şermezar kirin
23 kanûn, 2022   15:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, têkildarî serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê daxuyaniyek da.

Meclisa Kongra Star siyasetên çewisandinê yên ku desthilata Îranê li dijî xwepêşandêran şermezar kirin.

Meclisa Kongra Star êrişên desthilata Îranê li dijî xwepêşandêran ku gihaşt birîna biryarên darvekirinê bi komkujiyên li dijî mirovahiyê, bi nav kir.

Her wiha Kongra Star, destnîşan kir ku desthilata Îranê bi sedan ciwan, jin û zarok şehîd xistin, bi hezaran jin û ciwan girtin ku gelek ji wan di bin îşkenceyê de şehîd bûn û bi tawanên cuda tawanbar kirin.

Meclisa Kongra Star diyar kir ku sûcên rejîma Îranê li dijî serhildana aştiyane digihêjin asta sûcên şer û qirkirinê.

Meclisa Kongra Star behsa birîna cezayê darvekirinê li dijî 30 kesan di nav de 3 jin hene; Mehsa Mihemedî, Fehîma Kerîmî, Ferzana Qerhoslo kir û got: “Rejîma Îranê komkujiyên dîtir li dijî gelê Îranê û jinan pêk tîne ku biryara darvekirinê li dijî bijîşkan birîn ji ber ku birîndarên xwepêşandanan derman dikin. Ev sûcên li dijî mirovahiyê ne.”

Meclisê bang li gelê Îranê û jinan kir ku têkoşînê mezin bikin, daxwazên xwe yên rewa di azadî û rûmetê de berdewam bikin. Her wiha bang li civata navneteweyî û rêxistinên navneteweyî, rêxistinên têkoşîna li dijî îşkenceyê kir ku erkên xwe bînin cih.

(şx)