​​​​​​​Komîteye Perwerdeyê ya KJK’ê: Divê UNICEF li hember dorpêça li ser Şehbayê bê deng nemîne

Komîteya Perwerdeyê ya KJK’ê bi daxuyaniyekê bal kişand ser dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêma Şehbayê û bêparbûna zarokan ji mafê perwerdeyê û diyar kir ku “Em dengê xwe bi dengê zarok û mamosteyên Şehbayê re dikin yek û bang li UNICEF’ê dikin ku li hemberî vê zilma li ser zarokên me tê meşandin bes bê deng û temaşevan bimîne.”

​​​​​​​Komîteye Perwerdeyê ya KJK’ê: Divê UNICEF li hember dorpêça li ser Şehbayê bê deng nemîne
23 kanûn, 2022   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Perwerdeyê ya KJK’ê têkildarî dorpêça li ser herêma Şehbayê ya bi destê hikumeta Şamê daxuyaniyeke nivîskî da. Komîteyê destnîşan kir ku li herêmê gelek zarok û xwendevan ji mafê perwerdeyê bê par mane û divê Fona Alîkariya Zarokan a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) demildest mudaxeleyê li rewşê bike.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Parastina zarokan û mafê perwerdeya zarokan îro yek ji mafên herî bingehîn e. Jiyana zarokan parastin, erka sereke ya her mirovekî/ê ye. Mixabin îro tevahî zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, taybet jî zarokên me yên herêma Şehba-Efrînê di nava şert û mercên herî dijwar ên şer, dagirkerî û dorpêçê de jiyan dikin. Rojane bi dengê top û teyareyên dewleta Tirk a dagirker şiyar dibin. Di encama siyaseta dorpêçkirin û teslîmgirtinê ya rejîma Sûriyê de, niha li Şehba bi hezaran zarok di nava şert û mercên herî zehmet, di nava sir û seqema zivistanê de ji hemû mecalên jiyan û perwerdê mehrûm jiyan dikin. Ji ber nebûna mazot û pêwîstiyên jiyanî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê roja 22’yê Kanûnê eşkere kir ku, wana perwerdeya dibistanan rawestandine. Li ser vê yekê saziya Yekîtiya Mamosteyan a Herêma Efrînê û Xwendekarên herêma Şehbayê daxuyanî dan, bang li saziya parastina mafên zarokan UNICEF’ê û hemû hêzên pêwendîdar kirin ku, li berpirsiyariyên xwe xweyî derkevin, dawî li vê siyaseta dorpêçkirin û teslîmgirtina hikumeta Şamê bînin.

Di meydana siyasetê de dema behsa zarok tê kirin, her kes destpêkê hestiyariya xwe ya li hemberî zarokan derdibire, bi ziman gelek gotinên xweş îfade dike. Taybet UNICEF ku wekî saziyeke cîhanî, parastina mafên zarokan di berpirsiyariya xwe de dibîne, li ser vê peymaname û biryarnameyên tijî gotinên stûr rêz kiriye. Di çarçoveya Peymana Mafên Zarokan a di navbera welatên cîhanê de hatiye mohrkirin ku UNICEF divê mafên zarokan li ser bingeha prensîbên exlaqî yên mayînde bide rûniştandin, nêzîkatiyên ji bo zarokan bigihîne standartên navneteweyî. Divê zarokan bide jiyandin, biparêze û ji bo pêşketina wan kar bike...

‘DIVÊ UNICEF DEMILDEST DERIYÊ ŞANDINA ALÎKARIYÊN MIROVÎ JI ŞEHBAYÊ RE BIDE VEKIRIN’

Li vir em pirs dikin; dema zarokên me yên Şehbayê di nava sir û seqemê de, di bin tirsa êriş, dagirkerî û koçberiyê de dijîn, hûn li ku ne? Ka exlaqê we yê însanî û parastina zarokan!? Li ser vê yekê em dengê xwe bi dengê zarok û mamosteyên Şehbayê re dikin yek û bang li saziya UNICEF’ê dikin ku li hemberî vê zilma li ser zarokên me tê meşandin bes bêdeng û temaşevan bimîne. Di wextek herî zû de deriyê şandina alîkariyên însanî ji civaka me ya Şehbayê re bide vekirin.

Hikumeta Şamê ya vê zilmê li ser gelê me dimeşîne, divê bizane gelê Kurd êdî ji xewa mirinê şiyar bûye, serê xwe ji tu desthilatdaran re natewîne. Lewre dawiya vê siyasetê ger hinek bifikirin ku wê gelê me bişikê; ew xeyalên vala dibînin. Bila kes bi sebra gelê me nelîze. Ji ber gelê Kurd ê bi hesta azadiyê vejiyaye, li hemberî hemû êrişan tenê yek rê hilbijartiye. Ew jî berxwedan û azadî ye!

‘DEM DEMA PARASTINA ZAROKAN E’

Weke Komîteya Perwerdeyê ya KJK’ê em piştgiriya xwe ya bi hemû xelkê me yê dilbiêş û berxwedêr ê Şehba û Efrînê re diyar dikin. Weke jinên Kurd têkoşer ên dilsozên gelê xwe, em li gel berxwedana civaka xwe ne. Lewre divê hemû saziyên perwerdê yên jin demildest piştgirî û alîkariya pêwîst ji bo vê rewşa giran û biêş a li ser gelê me û zarokên me yên Şehbayê tê ferzkirin, raber bikin. Em dibêjin, zarokên me yên Şehbayê û giştî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne bi tenê ne, bêxweyî nîn in. Em bawer dikin ku, wê hemû jinên Kurd û jinên azadîxwaz bi dirûşmeya “DEM DEMA PIŞTGIRTIYA CIVAKÎ YE”, “DEM DEMA PARASTINA ZAROKAN E” li erk û berpirsyariyên xwe xweyî derkevin.

Di vê çarçoveyê de em berxwedana dîrokî ya gelê xwe yê Şehbayê silav dikin, piştgiriya xwe diyar dikin.”