​​​​​​​Malbatan careke din ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da

Malbatên rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo ku hevdîtinê bikin, careke din serî li dozgeriyê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

​​​​​​​Malbatan careke din ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da
23 kanûn, 2022   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç tevî Alî Konar birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da.

Malbatan bi rêya serdozgeriyê serî li Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê jî da.

Ji 25'ê Adara 2021'an ve tu agahî ji rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin.