​​​​​​​QSD: Li Dêrazorê 3 DAIŞ′î hatin girtin

QSD′ê daxuyand ku li bajarokê Deşîşe yê Dêrazorê 3 çeteyên şaneyên DAIŞ′ê girtine.

​​​​​​​QSD: Li Dêrazorê 3 DAIŞ′î hatin girtin
23 kanûn, 2022   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku li Dêrazorê 3 çeteyên DAIŞ′ê girtine.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di çarçoveya erk û xebata hêzên me yên têkoşîna li dijî şaneyên rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst, lêdana cih û veşartgehên wan de, YAT′ê bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke ewlehî sêşemê (21′ê Kanûnê) li bajarokê Deşîşe yê Dêrazorê pêk anî.

Di operasyonê de 3 terorîstên ji rêxistina DAIŞ′ê yên qaçaxçiya malbatên rêxistina DAIŞ′ê ji kampa Holê dikir, çek ji bo êrişên terorane li dijî kampa Holê didan şaneyên li bajarokê Holê, girtin.

Hêzên me miqdarek çek, alavên leşkerî û telefonên li gel wan şaneyan girtin û wiha ne; 2 kalaşnîkov, çekeke brono, bombeyek, tivingek, 2 rextên leşkerî, 5 telefon û miqdarek cebilxane.”

(fr)