Li Stenbolê 7 kes hat girtin

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de, li Stenbolê 7 kes hatin girtin.

Li Stenbolê 7 kes hat girtin
23 kanûn, 2022   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsan di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî sibehê avêtin ser gelek malan. Di encama serdegirtinên li navçeyên Kuçukçekmece, Ataşehîr û Sancaktepeyê de rêveberê navçeya Sancaktepe ya Partiya Demokratîk a Gel (HDP) Kerim Kiliç jî di nav de Ahmet Ozbey, Melek Akdogan, Şukran Altunyanak, Devran Kaya, Mûhittîn Guler û Kaddafî Unal hatin destgîrkirin.

7 kesên ku hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.