Pêncwênî: Serdana Bafil Talebanî piştgiriyeke mezin a manewî ye

Mihemed Emîn Pêncwênî têkildarî serdana serokê YNK’ê Bafil Talebanî ya ji bo Rojavayê Kurdistanê got “Serdan ji bo Rojavayê Kurdistanê karekî gelekî baş û erênî ye. Ji bo QSD û Rêveberiya Xweser piştgiriyeke mezin a manewî ye.”

Pêncwênî: Serdana Bafil Talebanî piştgiriyeke mezin a manewî ye
23 kanûn, 2022   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pêncwênî ji Rojnewsê re li ser serdana serokê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ya ji Rojavayê Kurdistanê re axivî.

Mihemed Emîn Pêncwênî da zanîn di vê demê de serdana Bafil Talebanî giringîyeke xwe ya taybet û dîrokî heye û wiha got: “Ev serdan di demekê de ye ku dewleta Tirk ev 3 meh e gefa êrişan dike û berpirsên payebilind ên deweleta Tirk dibêjin em ê êrişî Rojava, PYD’ê û QSD’ê bikin û wan tune bikin. Hêzeke mezin a leşkerên xwe ji bo êrişê amade kiriye. Lê ji ber zextên Amerîkayê sekiniye û Îranê jî fikarên xwe nîşan dan.”

Pêncwênî wiha pê de çû: “Di demek wisan de serokê partiyek sereke ya Başûrê  Kurdistanê here li Rojavayê Kurdistanê li gel PYD, Mazlum Ebdî û serkirdeyên din ên leşkerî bicive, her wiha li gel berpirsê hêzên hevpeyman û Amerîka bicive û derbarê Suriye, Iraq û êrişên Tirkiyeyê de baxivin, karek gelek baş û erêniye. Serdan piştgiriyek mezin a manewiye ji bo QSD’ê û Rêveberiya Xweser a Rojava.”

Mihemed Emîn Pêncwênî da zanîn ku di demek wiha de pêkhatina serdanê jêhatin û cesareta Talebanî jî diyar dike û wiha dom kir: “Hêvîdar im ev serdan bibe wesîleya hêzên Kurd û serkirdeyên Başûr, Rojava, Rojhilat û Bakur hîn zêdetir serdana hev bikin. Pirsgirêkên di nava wan de û li herêmê hene bi rêya diyalogê çareserî jê re bibînin.”

Li gor gotina Pêncwênî, ev serdan hewldaneke ji bo YNK vegere ser xeta Celal Talebanî ku di dema wî de peywendî û dostaniya di navbera hêzên Kurd ên li her çar parçeyan de gelekî xurt bû.

‘HEWLDANEKE JI BO VEGERANDINA YNK’Ê LI SER XETA MAM CELAL’

Mihemed Emîn Pêncwênî di dewama axaftina xwe de îşaret bi hewldanên Mam Celal ên ji bo pêkhatina yekitiya Kurdan jî kir û got: “Mam Celal rolek gelek ciwan dilîst, heta gihişt wê astê ku pêvajoya aştiyê çêbû. Rol û bandora Mam Celal gelek diyar bû. Ji bona wê serdana Kak Bafil jêhatin û bi cesaret dibînim. Ya din jî hewldaneke ji bo vegerandina YNK’ê li ser xeta Mam Celal.”

Pêncwênî da zanîn ku serdana Bafil Talebanî ya ji bo Rojava peyameke eşkere ye ji bo dewleta Tirk û wiha pêde çû; “Li gor agahiyan Kak Bafil di hemû civînan de piştgiriya xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê aniye ziman her wiha piştevaniya xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên li gel Suriye û Tirkiyeyê re nîşan daye.”

‘BILA EV SERDAN JI BO PEYWENDIYÊN HÊZÊN KURD BIBE PIREK’

Pêncwênî serdana serokê YNK’ê ya ji bo Rojava şiband hewldana Mam Celal a ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan wiha got: “Serdana Bafil Talebanî mîna wê hewldanê ye ku rojek ji beriya Mam Celal nexweş bikeve ez li cem bûm. Got ‘Ez bi niyetim serokên welatên herêmî li Iraqê bicivînim û çareseriyek ji bo pirsgirêka Kurd li Tirkiye û Îranê her wiha azadiya Abdullah Ocalan bibînim.’ Ev hewldana Kak Bafil jî wisan dinirxînim, pêngavek pîroze, lê hêvîdarim ev serdan bibe pirek ji bo peywendiyên navbera her du aliyan û hêzên din ên Kurdî de.”

Siyasetmedar Pêncwênî îşaret bi hewldanên dagirkeran ên ji bo parçekirina Kurdan jî kir û got: “Dewletên dagirker di vê demê de hewl didin ka wê çawan nakokiyan bixin nava aliyên Kurd de û wan parçe bikin. Me dît rewşa YNK’ê çilê hat, aliyên Rojhilat çawa ji hev cûda bûn, nakokiyên navbera YNK’ê û PDK’ê gihiştine çi astê. Ev hemû destê dagirkeran di nava de heye.”

‘HEKE HEVGIRTIN HEBE DÊ ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD ZÊDETIR BI PÊŞ BIKEVE’

Di dawiyê de Mihemed Emîn Pêncwênî got: “Heta yekgirtin, nêzî hevbûn û guftûgo di nava hêzên Kurd de hebe, wê çareseriya pirsgirêka Kurd hîn zêdetir berû pêş biçe. Berovajî jî çiqas ji hev dûrketin û parçebûn çêbe, wê ewqas metirsî li ser Kurdan zêdetir bibin. Ji bona wê ez dibêjim ku YNK dixwaze vegera ser rêya Mam Celal. Ji ber ku vê carê YNK di kongreya KNK’ê de bi giring û fermî tevlîbûna xwe jêre çêkir, ne wek mêvan. Ev jî destpêkeke girîng e.”