Hikmet Hebîb: Hesabên Rûsyayê yên dûrî berjewendiyên gelê Sûriyê hene

Hikmet Hebîb hewlên Rûsyayê yên “ji nû ve ferzkirina rejîmê" û nêzbûna di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de li ser hesabê gelê Sûriyê, rexne kirin û bang li hikumeta Şamê kir ku dest bi diyalogeke cidî bi sûriyan re bike da ku krîza li welat bi dawî be.

Hikmet Hebîb: Hesabên Rûsyayê yên dûrî berjewendiyên gelê Sûriyê hene
23 kanûn, 2022   03:34
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED SEMÎR

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb têkildarî rola Rûsyayê li Sûriyê, hewldên wê yên ji nû ve ferzkirina rejîma navendî li tevahî erdnîgariya Sûriyê, hewlên wê yên pêkanîna têkiliyên normalîzekirinê di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de li ser hesabê yekitiya xaka Sûriyê û gelê wê, ji ajansa me re axivî.

Hebîb wiha axivî: "Li gel Rûsyayê di dan û standina li gel dosyaya Ukraynayê de pirsgirêkeke mezin heye, li ser vê bingehê têkiliyên xwe bi dewleta Tirk re gihandin astên bilind. Rûsyayê ji bo ku wê ji NATO′yê bikişîne, têkiliyên xwe bi AKP′ê re xurt kirin."

Hebîb wiha domand: "Rûsya hewl dide ji nû ve rejîmê saz bike. Wê yekê bi rêya pêşxistina têkiliyên navneteweyî dike; ji têkiliya bi dewleta Tirk re û dûrî berjewendiyên gelê Sûriyê pêk tîne. Li gel Rûsyayê hesabên taybet ên dûrî berjewendiyên gelê Sûriyê hene.”

′DIVÊ TÊKILIYÊN BI DEWLETÊN CÎRAN RE NE LI SER HESABÊ GELÊ SÛRIYÊ BIN′

Têkildarî hevdîtinên ewlehiyê yên di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Hikmet Hebîb wiha got: "Ev nêzbûn di navbera dewleta ku xaka Sûriyê dagir dike û îdia dike nîştimanî û sînorê xwe diparêze de pêk tê. Em van hevdîtinan, li gel dagirkirina herêmên fireh ji xaka Sûriyê, gef û êrişên bênavber li dijî parçeyên Sûriyê li Cizîrê û herêmên din ên Sûriyê, neyênî dihesibînin."

Hebîb wiha pê de çû: "Mîna van nêzîkbûnan derbekirina projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê , bi rêya pêşxistina peymanên ewlehiyê yên berê di nava her du welatan de ye."

Hebîb bang li hikumeta Şamê kir ku li hember hemû hêzên xaka Sûriyê dagir dikin xwedî yek helwest be û wiha anî ziman: "Desthilata li Şamê dibêje Îsraîl Colanê dagir dike û ne pêkan e pê re aştî pêk were ji ber dewleteke dagirker e. Divê desthilata li Şamê li hember dewaleta Tirk ku dewleteke dagirker û xwedî timayên li Sûriyê ye, xwedî heman helwest be.”

Hebîb diyar kir ku ew têkiliyên di navbera dewletên cîran de red nake, lê belê divê ev têkilî ne li ser hesabê sûriyan, berjewendî û nîştimaniya Sûriyê be.

Girêdayî heman mijarê, Hebîb helwesta lawaz a hikumeta Şamê li hember êrişên dewleta Tirk ên li dijî xaka Sûriyê rexne kir û ev tişt got: "Helwesta Şamê pir şermoke ye, heta tu daxuyaniyeke fermî ji wezareta deve yan jî giliyên wê ji NY′yê re li hember bombebarankirina dewleta Tirk a dawî li dijî binesaziyê re tune ye. Em ji lihevkirinên herêmî û navneteweyî yên li ser hesabê gelên herêmê bi fikar in.”

′DIYALOGA DI ÇARÇOVEYA AJANDEYÊN NÎŞTIMANÎ DE′

Hebîb helwesta Rêveberiya Xweser ku ya ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirk û dîtina çareyeke siyasî ji krîza Sûriyê re nû kir û ev tişt anî ziman: "Şam jî ji bo me mîna Qamişlo, Dêrik û Dêrazorê ye. Em sûrî ji vî welatî ne. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeyek heye û xwedî çareseriya krîza Sûriyê ye. Em bi çareseriyeke binyadî re, bi çareya ji hemû dozên asê bi dewletên cîran re ne, lê divê di çarçoveya yekitiya Sûriyê û bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk û alîgirên wê be.”

Hikmet Hebîb di dawiyê de hişyarî li ser nêzîkatiyên di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de da û wiha got: "Dê herêm ji nû ve bikeve nava nakokiyan. Li ser vê bingehê ya herî baş divê Şam bi sûriyan re diyalogên cidî bike. Em Rêveberiya Xweser di çarçoveya ajandeyên nîştimanî de û di çarçoveya Sûriyeke demokratîk a nenavendî de ji diyalogê re amade ne ku mafên her kesî wekhev be.”

(fr)

ANHA