Desteya Rêveberiya Herêmî ya Efrînê bêdengiya Rûsya şermezar kir

Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a herêma Efrînê dorpêça li ser Şehbayê û bêdengiya Rûsya li hemberê, şermezar kir.

Desteya Rêveberiya Herêmî ya Efrînê bêdengiya Rûsya şermezar kir
22 kanûn, 2022   16:14
ŞEHBA

Bi dehan endamên Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a herêma Efrîn li pêşiya navenda desteyê ya li gundê Til Sûsîn ê navçeya Ehdas a kantona Şehbayê kom bûn û daxuyanî da.

Rêveberiyê desteyê Mihemed Şêxo û Şervîn Şêxo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku beriya çar salan ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kir û di encama wê de zêdetirî 300 hezar şêniyên resen koçberî herêmên Şehbayê bûn, lê belê bi armanca valakirina herêmê gefan li dijî zêdetirî 150 hezar koçberên di nava kampan de, dixwe û rojane wan topbaran dike.

Her wiha di dauxyaniyê de hat destnîşankirin ku li rex topbarana dewleta Tirk a dagirker hikumeta Şamê siyaseta birçîkirin û tengavkirinê li dijî koçberan dimeşîne da ku vîna wan bişikîne. Ji ber wê bi rêya bendên Firqeya 4`an nahêle madeyên bingehîn derbasî herêmê bibin.

Di daxuyaniyê de, helwesta rêxistinên navneteweyî hat şermezarkirin ku bi erkên xwe ranebin û li koçberkirin û kuştina bi hezaran sivîlan temaşe dike.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin: “Ji ber dorpêça bêheq, koçber û şêniyên resen ên herêmê, bi karesateke mirovî re rû bi rû mane. Ji ber ku hikumeta Şamê di vê zivistanê de nahêle sotemenî, madeyên xêrxwaziyê û derman derbasî herêmê bibe. Ji ber wê, zêdetirî 150 hezar koçber ji mazota germkirinê bê par man û bi hezaran şagirt neçûn dibistanê. Her wiha di encama vê rewşê de, metirsî hene ku gelek nexweşî di nava zarok û temenmezin de belav bibin.”

Di daxuyaniyê de bêdengiya Rûsya li hember dorpêçê hat şermezarkirin ji ber ku li şûna çareseriyan bibîne û fişarê li hikumeta Şamê bike da ku dorpêçê bi dawî bike, bêdeng dimîne.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Her çiqas dorpêç girantir bibe, em ê li ber xwe bidin û tê bikoşin heta ku Efrîn, Şehba rizgar dibin û em bi rûmet û azadî vedigerin warên xwe.”

(dm)

ANHA