​​​​​​​Li Kobanê Pêşangeha Şêwekariyê

Li Kobanê çalakiyên pêşageha Şêwekariyê bi dewreya xwe ya sêyemîn dest pê kirin. Tê payîn 3 rojan dewam bike. Pêşangeh bi diruşma "Rengên me ji dengên çekên we bi hêztir in" hate lidarxistin.

​​​​​​​Li Kobanê Pêşangeha Şêwekariyê
22 kanûn, 2022   16:16
KOBANÊ

Çalakiyên sêyemîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê li hola Firat a Kobanê bi organîzekirina Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê dest pê kirin. Tê de 15 şêwekarên ciwan bi 60 tabloyan beşdar bûn.

Di şahiya vekirina pêşangehê de hunermend Hisên Xanî stran gotin, dûre hunermend hatin xelatkirin.

/ar/uploads/files/2022/12/22/144736_antlaq-faalyat-mardh-alfn-altshkyly-bdwrth-althalthh-fy-mdynh-kwbany-28729.webp

Li ser pêşangeh û armancên wê, hunermendê şêwekar Zehredîn Ebdo, ku yek ji organîzerên pêşangehê ye der barê pêşangehê de got: “Şerê ku li herêmê diqewime bandorê li hunera şêwekariyê dike. Lidarxistina vê pêşangehê ji her kesê hewl dide vîna me têk bibe, îsbatek e û teqez dike ku firçeya me ji tivingên wê bi hêztir in."

Zehredîn destnîşan kir ku her çiqas dijmin hewl bidin îradeya gel têk bibin jî, ew ê her hunera xwe bidomînin, ji ber ku nifşekî xwedî îrade û îsrar heye.

Tê payîn ku pêşangeh 3 rojan dewam bike.

(mh)

ANHA