PANORAMA 2022-4

PANORAMA 2022-4
23 kanûn, 2022   04:23
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Îsal Hêzên Sûriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê, êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û sîxûran bi sedan operasyon li dar xistin.

Îsal Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê bi sedan operasyon li dar xistin, êrişên dijî Girtîgeha Sînaa ya Hesekê têk birin, Qonaxa Duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê pêk anî, li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya mafê parastina rewa de çalakiyên bersivdayînê li dar xistin û di Opserasyona Sond de bi dehan sîxur û ajanên MÎT`ê girtin.

Li gorî daxuyanîyên fermî yên QSD`ê, bîlançoya têkoşîna QSD`ê ya salekê bi vî rengî ye:

*18`ê Çileyê: QSD'ê li Dêrazor û Şedadê çalakî li dar xistin, di encamê de serçeteyekî DAIŞ'ê hat kuştin û çeteyek hat girtin.

*22`ê Çileyê: QSD'ê ragihand ku êrişa dagirkeran a li ser gundewarên Eyn Îsa têk birine, di encamê de 5 çete hatine kuştin û gelek çek hatin desteserkirin.

*23’yê Çileyê: Hewldana çeteyên dewleta Tirk a êrişa bejahî li dijî gundê Bîr Îsa yê girêdayî Eyn Îsa hate têkbirin, di encamê de 10 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn, du erebeyên leşkerî û 2 baregehên çeteyan hatin rûxandin.

*20`ê Çileyê: Êrişeke berfireh û plankirî ya çeteyên DAIŞ`ê li ser girtîgeha Sînaa ya li Hasekê çêbû, ku bi hezaran girtiyên DAÎŞ`ê lê tên ragirtin. Hêzên QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn Pêngava 'Gurzê Gelan' da destpêkirin û 31`ê Çileyê de êriş bi temamî têk bir. Di encamê de 77 karmend û parezvanên girtîgehê, 40 şervan û 4 hemwelatî şehîd bûn. 374 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.

*25`ê Çileyê: QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li rojhilatê Reqayê operasyoneke ewlehiyê li dar xist. Di encamê de 27 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin.

*29`ê Çileyê: QSD’ê li bajarokê Zîban ê rojhilatê Dêrazorê 5 çeteyên DAIŞ'ê ku amedehiya êrişan dikirin girtin.

*23`ê Sibatê: QSD’ê çeteyekî DAIŞ’ê yê ji Iraqê dema ku hewl da bireve Tirkiyê, girt.

*6`ê Sibatê: QSD`ê li bajarokê Zîban ê rojhilatê Dêrazorê 2 çeteyên DAIŞ`ê yên xwekuj girtin.

*16`ê Sibatê: Li Dêrazorê di encama operasyonan de çeteyekî DAIŞ'ê hat kuştin, çeteyek jî hat girtin. Miqdarek mezin a çek, cebilxane û madeyên hişbirê hatin desteserkirin.

*13`ê Sibatê: Yek ji fînansorên şaneyên DAIŞ`ê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berpirsê gihandina alîkariyan ji malbatên DAIŞ`ê yên li kampa Holê re hate girtin.

*8`ê Gulanê: Yekîneyên Antî-Teror (YAT) ên girêdayî QSD`ê li bajarê Reqayê serçeteyekî DAIŞ'ê û 2 hevkarên wî girtin.

*16`ê Gulanê: QSD`ê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê 5 DAIŞ`î girtin û çek û belgeyên pê re desteser kirin.

*26`ê Gulanê: Yekîneyên taybet ên QSD`ê li rojhilatê Dêrazorê bi operasyoneke ewlehiyê serçeteyekî herêmî yê DAIŞ`ê girt.

*1`ê Hezîranê: Di çarçoveya operasyoneke ewlehiyê de li bajarokê Mergede yê rojhilatê Hesekê 4 çeteyên DAIŞ`ê ku yek ji wan serçrete bû hatin girtin û çek û cebilxaneyên pê re hatin desteserkirin.

*2`yê Hezîranê: Di encama bersivdayîna şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê de li bakurê Minbicê 2 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

*8`ê Hazîranê: Li Reqayê çeteyekî DAIŞ’ê yê berpirsê “leşkerkirin, tevlêkirin û karên îstîxbaratê” ji aliyê QSD`ê ve hat girtin.

*10`ê Hezîranê: QSD’ê li gundewarê başûrê Hesekê operasyoneke ewlehiyê pêk anî, di encamê de serçeteyê şaneyên DAIŞ’ê hate kuştin.

*12`ê Hezîranê: Li bajarokê Holê yê gundewarê rojhilatê Hesekê ku li nêzî Kampa Holê ye, QSD`ê operasyonek pêk anî. Di encamê de şaneyek ji 3 çeteyan pêk dihat, hat girtin.

*19`ê Hezîranê: Hêzên taybet ên QSD'ê bi operasyonekê li rojhilatê Dêrezorê serçeteyekî DAIŞ'ê girt.

*21`ê Hezîranê: Li herêma Tebqayê di operasyona QSD`ê de serçeteyekî DAIŞ’ê hat girtin.

*25`ê Hezîranê: QSD`ê serçeteyekî DAIŞ`ê yê ku xwekuj vediguhastin û ew ji bo pêkanîna teqînan amade dikirin, girt.

*26`ê Hezîranê: QSD’ê 3 çeteyên DAIŞ’ê ku welatî dikirin leşker, motorsîklêtên bombebarkirî vediguhastin û tevgera çeteyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêsan dikir, girtin.

*26`ê Hezîranê: QSD’ê bi operasyoneke ewlehiyê li taxa Ezîziyê ya Hesekê serçeteyekî berê yê DAIŞ’ê ku destê wî di sûcên qetilkirin û darvekirinê de hebû girt.

*29`ê Hezîranê: Hêzên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî hewldana çeteyên dewleta Tirk a dagirker a ketina gundê Kor Hesen ê rojavayê Girê Spî pûç kir û di encamê de çeteyek hate kuştin, çeteyek jî birîndar bû.

*12`ê Tîrmehê: QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Hesekê, Hol, Til Hemîs, Til Birak û Dêrikê dest bi hemleya tunekirina şaneyan kir. Di hemleyê de 12 çete hatin girtin, cebilxane, çek û amûrên leşkerî yên li gel wan hatin desteserkirin.

*18`ê Tîrmehê: Yekîneyên Antî-Teror (YAT) yên QSD`ê li bakurê Dêrazorê çeteyekî DAIŞ`ê ku amadekariya êrişên terorîst dikir, girt.

*31`ê Tîrmehê: QSD`ê li dijî sîxur û ajanên ku bûne sedema şehîdxistina hejmareke şervan û fermandarên pêşeng li seranserê herêmê, encama “Operasyona Sond” ragihand. Di wê çarçoveyê de, li Qamişlo, Til Temir, Hesekê, Şeddadê, Dêrazor, Reqa, Minbic, Til Temir û Kobanê 36 kesên di nav şaneyên sîxurtiyê de, hatin girtin.

*8`ê Tebaxê: QSD`ê di çarçoveya mafê parastina rewa de li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker li sînorê bajarê Mêrdînê 3 çalakiyên bersivdayînê li dar xistin. Di encamê de bi giştî 23 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, herî kêm 2 leşker jî birîndar bûn.

*11`ê Tebaxê:  Li bajarokê Til Birak ê girêdayî kantona Qamişlo operasyoneke taybet a QSD`ê hat lidarxistin, di encamê de endamê şebekeyeke MÎT`ê hat kuştin û 2 sîxur hatin girtin.

*17`ê Tebaxê: QSD’ê ajanekî dewleta Tirk a dagirker ku li erebeyeke bombebarkirî siwar bûbû û amadekariya teqandina wê li Hesekê dikir, girt.

*18`ê Tebaxê: QSD`ê li sînorên bajarên Riha, Dîlok û Mêrdînê li hember artêşa Tirk a dagirker 3 çalakî li dar xistin. Di encamê de 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, herî kêm 3 leşkerên dagirker jî birîndar bûn.

*25`ê Tebaxê: Qonaxa Duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê bi pêşengtiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bipirştgiriya QSD/YPJ`ê li kampa Holê hate ragihandin û 17`ê îlonê hat bidawîkirin. Di encama pêngavê de 2 şervanên QSD`ê Cesûr Xebat û Ûdey Cûneydiyê şehîd bûn. Du keçên êzidî hatin xilaskirin. 226 çete ku 26 ji wan jin bûn û beşdarî sûcên kuştinê bibûn, hatin girtin. 25 xendek hatin xirabkirin û hejmarek mezin a cebilxaneyê hate desteserkirin.

*7`ê Îlonê: QSD`ê hin kesên ji nava hêzên wan yên ku pîvanên exlaqî yên hêzê binpê kirine girtin û ew xistin lêpirsînê.

* 8`ê Îlonê: QSD`ê li gundê Hawî El Hewa yê rojavayê Reqayê çeteyekî DAIŞ`ê girt.

*26`ê Îlonê: Di 2 operasyonên li Reqayê de 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

*28`ê Îlonê: Hêzên QSD`ê piştî depoya li Baxozê sala 2019`an desteser kir, duyemîn mezintirîn depoyê çekan ê DAIŞ`ê li gundê Qîrwan ê başûrê Til Hemîsê ya girêdayî kantona Qamişlo, desteser kir.

*24`ê Mijdarê: Hêzên QSD`ê hewldana êrişê ya çeteyên dagirkeriya Tirk a li gundewarê Zirganê têk bir, di encamê de 2 çete hatin kuştin. Her wiha di çalakiya bi çekên giran a li dijî çeteyan de 4 çeteyên dagirkir hatin kuştin.

*25`ê Mijdarê: Di çarçoveya mafê parastina rewa de 12 leşkerên artêşa Tirk û 8 çeteyên wê hatin kuştin.

*25`ê Mijdarê de; Di operasyona QSD`ê li dijî 2 baregehên dewleta Tirk a dagirker li devera navbera Til Temir û Zirganê de 4 çete hatine kuştin.

* 26`ê Mijdarê: Di çarçoveya mafê parastina rewa de 2 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin, 6 çete jî birîndar bûn.

*29`ê Mijdarê: Hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê hewldana çeteyên dewleta Tirk a dagirker a ketina herêmê têk bir û 2 çete hatin birîndarkirin.

*4-8`ê Kanunê: QSDʹê li Zirgan û Til Temirê hewldanên dagirkeran ên ketina herêmê têk birin û çalakiyên bersivdayînê li dar xistin. Di encamê de 18 çete hatin kuştin, 6 çete jî birîndar bûn.

*7-10′ê Kanûnê de Yekîneyên Antî Terorê (YAT) bi hevkariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî li dijî cihên li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku şaneyên DAIŞ′ê xwe lê vedişartin, 3 operasyon pêk anîne. Operasyona li bajarokê Holê, Til Hemîs û Dêrazorê hatine lidarxistin de serçeteyekî DAIŞ′ê û 2 çeteyên berpirsên dabînkirina çek û cebilxaneyan ji şaneyên terorîst ên hewl didan êrişî kampa Holê û girtîgehan bikin, girtin û gelek çek desteserkirin.

ANHA