​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-12-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-12-2022`YAN
22 kanûn, 2022   23:00

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo, merasîma sersaxiyê ji bo şehîd Şadî Ehmed li taxa Qidûrbeg li dar dixe saet di 09:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêxistina Heyva Sor a Kurd civîneke çapemeniyê têkildarî niştergeriya duyemîn a jihevcudakirina cêwiyan bi beşdariya komîteya tenduristiyê ya niştergerî şopandiye, li hola Zana li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hiqûqnasên Reqayê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û kiryarên dûrî durstbûnê yên CPT'ê rexne kirin. Her wiha bang li hempêşiyên xwe yên parêzer ên li cîhanê kir ku bixebitin da ku bal bikşînin ser rewşa bi fikar a girtîgeha îmraliyê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rojnamevan Reyan Marûf ê ji Siwêdayê anî ziman ku pêwîstiya Sûriyê bi çareseriyeke siyasî heye û got dibe ku xwepêşandanên li parêzgehên başûr dewam dikin û li Şam û Humsê jî belav bibin. (BI WÊNE)

Şêniyên gundên ser sînor ên Minbicê anîn ziman ku ew piştgiriya QSD'ê dikin ku dê li hember êrişên dagirkeriya Tirk bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên kampa Berxwedan a kantona Şehbayê, dorpêça li ser kantonê şermezar kir û gotin ew dê li hember hemû siyasetan li ber xwe bidin ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker li dijî wan dimeşînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hikmet Hebîb hewlên Rûsyayê yên “ji nû ve ferzkirina rejîmê" û nêzbûna di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de li ser hesabê gelê Sûriyê, rexne kirin û bang li hikumeta Şamê kir ku dest bi diyalogeke cidî bi sûriyan re bike da ku krîza li welat bi dawî be. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Îsal Hêzên Sûriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê, êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û sîxûran bi sedan operasyon li dar xistin. (BI WÊNE)

ÇAND Û HUNER

Çand yek ji stûnên herî girîng di jiyana gelan û komên resen de ye, ku roleke pir girîng di berdewamî û hebûna wan gelan de dilîze. Çand bîreweriya gelan e û bi qasî ku gel pê ve girêdayî be û lê xwedî derkeve, ewqasî hebûna wî gelî diparêze û bi hezaran salan didome. Yê bê çand û bê dîrok, nikare bi rûmet û azad bijî. (BI WÊNE)

CIVAK Û JIYAN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêketiyên înfilowenzayê vê zivistanê zêde bûne. Bijîşkan bang li şêniyên kir ku tedbîrên pêşîlêgirtina belavbûna nexweşiyê bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Peywendiyan a Rêveberiya Xweser ji bo pêşxistin, hêsankirina dan û standinê û ewlekirina peywendiyên di nava gelê herêmê de aplîkasyonek nû çêdike, ji bo karê saziyên Rêveberiya Xweser jî aplîkasyonekê amade dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA