Gerînendîteya Avê ya Kobanê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin

Gerînendîteya Avê ya Kobanê bi daxuyaniyekê topbarana dewleta Tirk ku di encamê ‎de 3 endamên gerînendetiyê li gundewarên rojavayê bajêr birîndar bûbûn, şermezar kir. ‎

Gerînendîteya Avê ya Kobanê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
22 kanûn, 2022   15:10
KOBANÊ

‎Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran stasyona avê ya li gundê Şiyoxa Jêrîn ê li rojavayê Kobanê topbaran kir, di encamê de 3 endamên gerînendetiya avê ku stasyon sererast dikirin, birîndar bûn.

Hevserokê Gerînendîteya Avê ya Kobanê Mesûd Bozî daxuyaniya gerînendetiyê xwend û topbarana dewleta Tirk a dagirker li dijî endamên gerînendetiyê şermezar kir û got ew kiryarekî dermirovî û derexlaqî ye. ‎

Mesûd diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina endamên gerînendetiyê re bi hezaran welatiyên li benda avê ne hedef digire.

Mesûd Bozî bang li rêxistinên hiqûqî û hêzên navnetweyî kir ku tev bigerin û daw li sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî welatiyan bînin.

Bozî di dawiyê de got Dewleta Tirk a dagirker di sûcên xwe de cudahiyê naxe navbera biçûk û mezinan. Ew welatiyên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digire û êdî planên wê yên qirkirina gelên herêmê eşkere ne. ‎

(dm)

ANHA