Xwendekaran li Şehbayê dorpêç şermezar kir

Li kantona Şehbayê bi sedan xwendekar li dijî dorpêçê daketin qadan û dorpêça ji hêla hikumeta Şamê li dijî herêmê şermezar kir.

22 kanûn, 2022   14:55
 ŞEHBA

Desteya  Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrînê 3 xwepêşandan ji bo şermezarkirina dorpêça ji hêla hikumeta Şamê li dijî herêmê ve li dar xist. Di xwepêşandanan de xwendekarên seretayî, navîn û amadehî beşdar bûn. ‎

Xwepêşandan li Til Qerah, Fafîn û kampa Berxwedanê hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn.

‎Di daxuyaniyan de hate gotin ku dorpêça li dijî mirov û herêmekê li dijî pîvanên civata navneteweyî ye. Ji destpêka şêniyên Efrînê bi darê zorê koçberî Şehbayê bûne ve hikumeta Şamê dorpêçek ferz kiriye, lê ji zêdetirî du mehan ve dorpêç giran kiriye. Bi wê re şêniyên Şehba û koçberên Efrînê yên di malên wêrankirî û kampan de azarên tund dikişînin. Ji ber dorpêçê 3 hefte ne xwendekar ji mafê xwe yê xwendin bê par in. Hikûmeta Şamê bi siyaseta dorpêçkirinê jiyana gelek mirovan xistiye ‎xeteriya herî mezin û sûca herî dijwar dike. Ev yek binpêkirina zagonên rêxistinên navneteweyî û mafên ‎mirovan û zarokan

‏Xwendekaran di daxuyaniyên xwe de dorpêça li ser herêma Şehba, şênî û koçberên Efrînê bi tundî şermezar kir .‏

Her wiha ‎bang  li UNICEF , rêxistinên Hiquqî, civata navneteweyî û saziyên mafên mirovan kir ku dawî li vê dorpêçê bînin.

ANHA