​​​​​​​′Azadiya rêber Ocalan azadiya gelên bindest e′

Bi sedan şêniyên Reqa û Tebqayê bi du xwepêşandanên cuda tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got dê gelê herêmê di birêxistinkirina xwepêşandan û çalakiyan de heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dewam bikin.

22 kanûn, 2022   14:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Selhebiyê yê rojavayê Reqa, şêniyên başûrê Reqa, endamên saziyên sivîl û leşkerî li naverasta bajarokê Selhebiyê kom bûn û pankartên "Gel banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dikin", "Rêber Ocalan fikrê rasteqîna ya jidayikbûna neteweya me ye", "azadiya rêber Ocalan azadiya gelan e" hildan û ber bi Meclisa Giştî ya Selhebiyê ve ketin rê.

Li gel gihaştina qada meclisa giştî, hevserokê Meclisa Giştî ya rojavayê Reqayê Şêrîn Cafer daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin rêber Abdullah Ocalan xwedî projeya neteweya demokratîk e û gel li ser azadiya nêrîn û mafên xwe perwerde kir û ev tişt hate gotin: "Ji lew re divê em teslîm nebin, li qadan li ber xwe bidin û tê bikoşin heta azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk bê.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em li gel êrişên dewleta Tirk a dagirker, serî hildidin, destê xwe bilind dikin, dengê xwe yê azad bilind dikin û bi yek dengî dibêjin azadî ji rêber Ocalan re."

TEBQA

Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Tebqayê bi diruşma "Hûn nikarin roja me tarî bikin" xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandan ji pêş Parka Şehîd Hevrîn Xelef bi beşdariya şênî, endamên saziyên sivîl û leşkerî, endamên partiyên siyasî dest pê kir.

Tevî diruşmên şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker û banga bidawîkirina tecrîdê xwepêşandan ber bi taxa El Sanî ya bajêr ev dewam kir.

Li pêş navenda Tevgera Xwendekarên Demokratîk a li taxa El Sanî xwepêşandan vegerî mîtîngê. Li wir endama rêveber a Komîteya Perwerdê ya Yekitiya Jınên Ciwan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin rêber Ocalan projeya neteweya demokratîk pêşkêş kir ku bibe destûrek û bibe deriyê rizgarî ji hemû gelên bindest re.

Rêber Ocalan îro berdêlê azadî û pêşeroja ji vî gelî re pêşkêş kiriye, dide. Ew ji 24 salan ve piştî komploya navneteweyî ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dîlgirtin. Ji ber ew ji fikir û felsefeya wî ditirsin dîl girtin.

Di dawiyê de hate gotin pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan erka her azadîxwaz û ferdekî ku dixwaze azadiyê çêj bike, divê hemû li qadan bin û banga bê serok jiyan nabe, bikin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XGxBoNO2F5U" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>