ROJEVA AJANSA NÛÇEYAN A HAWAR 22-12-2022`yan

ROJEVA AJANSA NÛÇEYAN A HAWAR 22-12-2022`yan
21 kanûn, 2022   23:00

Şêniyên rojava û başûrê Reqayê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan li bajarokê Selhebiyê ya rojavayê Reqayê xwepêşandanekê li dar dixe, saet di 11:00’an de (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan xwepêşandanekê li dar dixe, saet di 10:00’an de li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Gerînendetiya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîneke çapemeniyê der barê xebatên xwe yên sala 2022’an li navenda ya Qamişlo saet di 11:00’an de li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiya Rojên Qamişlo yên Çandî di roja xwe ya duyemîn de li Qelat Kafê ya Qamişlo saet di 06:00’an de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a Navçeya Dêrikê paneleke diyalogê ji bo azadiya rêber Ocalan li Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê ya Navçeya Dêrikê li dar dixe, saet di 10:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişlo merasîma bibîranîna 36 şehîdên mehên 11 û 12’ê li hola PYD’ê li dar dixe, saet di 10:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di dibistaneke biçûk a seretaya ya navçeya Ehresê ya Şehbayê de, dayika Meryam Mustefa, hevjînê wê û 15 malbat din dijîn. Ji ber ku Firqeya 4`an a hikumeta Şamê Şehba dorpêç dike, ew di nava rewşên jiyanî yên dijwar de ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîskar û rexnegirê iraqî Sati Racî diyar kir ku armanc û çarçoveya Lûtkeya “Bexda 2” ne zelal e û got ew texmîn nake ku çareseriyek ji destwerdanên derve di kar û barên Iraqê de bê dîtin.

Nivîskarê ji Lîbyayê Ehmed Tehamî bêdengiya rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rêber Abdullah Ocalan rexne kir û got “Ev rêxistinên mafên mirovan di destê hêzên mezin de amûrekî siyasî ne.”

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di salekê de 119 welatî şehîd bûn, ji wan 15 zarok, 58 şervan in. 292 welatî birîndar bûn, di nav de 48 zarok û 23 şervan. 59 leşkerên hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest dan, 91 leşker jî birîndar bûn. 29 dibistan, 4 navendên tenduristiyê, 10 perestegeh û bi dehan cihên petrol, kehrebe, gaz, torên peywendiyan û navendên xizmetgûzariyê hatin hedefgirtin. 2 caran jî çekên qedexe hatin bikaranîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komara Artsaxê di bin dorpêça Azerbêcanê de ye. Ev ji hefteyekê zêdetir e Azerbêcanê korîdora Laçînê girtiye û nahêle pêdiviyên jiyanî derbasî Komara Artsaxê bibin. Kesên li Artsaxê dijîn diyar dikin ku Azerbêcan bi vê dorpêçê dixwaze Artsaxê vala bike.

ANHA