Ji ber dorpêçê 15 malbatên koçber di xeteriyê de ne

Di dibistaneke biçûk a seretaya ya navçeya Ehresê ya Şehbayê de, dayika Meryam Mustefa, hevjînê wê û 15 malbat din dijîn. Ji ber ku Firqeya 4`an a hikumeta Şamê Şehba dorpêç dike, ew di nava rewşên jiyanî yên dijwar de ne.

Ji ber dorpêçê 15 malbatên koçber di xeteriyê de ne
22 kanûn, 2022   03:40
ŞEHBA- CÛDÎ SÎPAN - ALAN REŞÎD

Ji ber ku hikumeta Şamê li şûna siyaseta diyalog û çareseriya aştiyane siyaseta birçîkirinê li dijî gelên herêmê dimeşîne, azarên koçberên Efrînê zêdetir dibin.

Di gel bêdengiya civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û navnetweyî, herî zêde nexweş azaran ji ber siyasetên hikumeta Şamê û dewleta tirk a dagirker dikişînin.

Yek ji nexweşên ku nikare dermanê xwe peyda bike, dayika Meryam e ku di dibistaneke nîvrûxandî de tevî 15 malbatên din dijî.

Dayika Meryam Mustefa diyar kir ku piştî bi darê zorê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve koçber bûn ew di dibistaneke navçeya Ehresê de dijîn.

Dayika Meryam wiha domand: “Ji 5 salan ve em li dibistanê dijîn. Ruxmî ku me beşên wê yên rûxyayî sererast kir, lê ava baranê derbasî nava odayan dibe. Şilî bandor li tenduristiya min dike. sobe jî tune ye ji ber wê em bi gelek nexweşiyan re rû bi rû dimînin.”

Dayika Meryem destnîşan kir ku beriya du salan niştergeriyek di dilê de derbas kiriye û divê careke din pêk bîne ji ber ku damar xetimîne.

Meryam bal kişand ser şert û mercên jiyanê yên dijwar ên li herêmê û got: "Tevî topbarana domdar ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, hikumeta Şamê dorpêçeke giran li ser me ferz dike. Ez nexweşê dil im û nikarim dermanê xwe peyda bikim. Ez mecbûr dibim ku biçim bajarokên Nibul û Zehra ji bo wan peyda bikin. Her wiha pir caran ji ber kêmbûna mazotê, çûyîna wir jî pir dijwar dibe."

Meryam behsa siyasetên hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk kir û jiyana wan a ji ber siyaseta her du aliyan bi jiyana di nav goristanê de wesifand û got: “Ew bi van siyasetan hewl didin ku me tune bikin. Di vê dibistanê de bi dehan zarok, kal û pîr ku ji ber nexweşiyê westiyan, hene.”

Meryam destnîşan kir ku heke ew bixwazin xwarinê çêbikin gaz tune ye, ji ber wê naylon û bermahiyan kom dikin û xwarinê çêdikin.

Dayika Meryam Mustefa di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku ew dê têkoşîn û berxwedana xwe dewam bikin û got; şêniyên Efrîn dê rêya berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê û siyasetên hikumeta Şamê bişopînin û dev ji Efrînê bernadin.

(dm)

ANHA