​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li Siwêdayê banga serhildana sivîl

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de têkildarî xwepêşandanên li Siwêdayê, rewşa Başûrê Kurdistanê û encamên Lûtkeya Bexda 2’yê nivîsandin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li Siwêdayê banga serhildana sivîl
22 kanûn, 2022   08:44
NAVENDA NÛÇEYAN

‘XWEPÊŞANDÊRÊN LI BAŞÛRÊ SÛRIYÊ BANGA SERHILDANÊ DIKIN’

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê rewşa Sûriyê de wiha nivîsî: “Komeke xwepêşandêrên li parêzgeha Siwêda ya li başûrê Sûriyê rêya sereke ya naverasta bajêr li cem Çerxerêya Meşneqa girt, teker şewitandin û li hember rewşa jiyanî ya xirab nerazîbûn nîşan da. Xwepêşandêran banga darizandina kesên gendeliyê dikin û destpêkirina serhildana sivîl kir ku ji parêzgeha Siwêdayê dest pê bike û li hemû parêzgehên din belav bibe.

Komeke xwepêşandêran daxuyaniyek da û got: “Heta ku saziyên ewlekariyê yên bazirganên madeyên hişbirê ji parêzgehê neyên derxistin, milîsên Îranê û Hizbullah ji Siwêdayê neyên dûrxistin û rewşa jiyanî û aborî li herêmê neyê başkirin, em ê îsyanê bikin.”

Xwepêşandêran di daxuyaniya xwe de desthilata Sûriyê bi dorpêçkirina Siwêdayê tawanbar kir ku di encamê de pêdiviyên sereke yên jiyanê nemane û got ew ê serhildana sivîl dewam bikin.

Rojnamevan û gerînendeyê tora Rasid a xwecih a Siwêdayê Silêman Fexir ji rojnameyê re diyar kir nêrînên civaka herêmî têkildarî destpêkirina serhildana sivîl ji hev cuda bûn, hejmara xwepêşandêran ne zêde bû û gotibûn ku ev yek ji bo bangewaziya destpêkirina serhildana sivîl li parêzegehê ye û destnîşan kirin ku daxwazên wan karên xizmetê derbas kirine, besha qewitandina saziyên elwekariyê kirin û rejîm bi belabûna hişbirê li herêmê tawanbar kirin.

Fexir destnîşan kir ku xwepêşandan di çarçoveya aloziyeke aboriyê ya mezin li Sûriyê de pêk tên ku di encamê de rewşa jiyanî li parêzgehê û seranserê Sûriyê xirab bû û wiha domand: “Aloziya sotemeniyê jî rewş girantir kir, di warê xizmetguzariyê de li parêzgehê felcbûn çêbû û li hember nirxê tişan li sûkê nirxê mûçeyan daket. Hikumeta Sûriyê ku nekarî aloziyê kontrol bike, li şûna wê çareseriyên ewlehiyê dîtin û daxwazên gel bi tawanbariya komploya derve paşguh kirin, rewş xirabtir kir.”

‘ZEXTÊN NAVNETEWEYÎ PARTIYÊN BARZANÎ Û TALEBANÎ NEÇARÎ DIYALOGAN DIKIN’

Têkildarî Başûrê Kurdistanê rojnameya El Ereb wiha nivîsî: “Nîşaneyên çareserkirina aloziya siyasî ya di navbera her du partiyên sereke yên li herêma Kurdistana Iraqê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya bi serokatiya Bafil Talebanî û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya bi serokatiya Mesûd Barzanî de xuya dibin. Her du aliyan rasterast name ji hev re şandin ku teqezî li ser girîngiya diyalogan li şûna rageşiya siyasî û ragihandinê yên ku herêma Kurdistana Iraqê ber bi hilweşînê ve dibe, dikin.

Ev pêşketin piştî qutbûnekê ku zêdetirî du mehan ve dewam kir, bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya DYAʹyê ya li dijî DAIŞʹê hat.

Fermandarê leşkerî û endamê Meclisa Bilind a YNK’ê Cafer Şêx Mistefa ji El Ereb re axivî û got partî xwedî hêzeke mezin a leşkerî li ser asta herêma Kurdistanê ye û ji bo herêmê fedakariyên mezin da. Cafer Şêx Mistefa hêvî kir ku nêzîbûneke di nêrîna YNK û PDKʹê de çêbe da ku ser maseya diyalogan rûnên û çareseriyên aktîf ji pirsgirêk û nakokiyên xwe re bibînin.

Şêx Mistefa destnîşan kir ku serokatiya herêma Kurdistanê roleke mezin di çareserkirina nakokiyên navbera aliyên siyasî, nemaze YNK û PDKʹê de dilîze. Her wiha diyar kir ku divê mala kurdî were birêxistinkirin, aştiya civakî û siyasî ji bo berjewendiyên herêmê were pêkanîna û ji berjewendiyên kesayetî û partiyetî yên teng dûr bikevin da ku yekitiya neteweyî were avakirin ji bo ku bikare li hemberî asteng û gefên li ser Kurdistanê bisekine.

Li gorî agahiyên ku rojnameya El Ereb ji Wezareta Pêşmerge ya hikumeta Herêma Kurdistanê bi dest xistine, Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya DYAʹyê ya li dijî DAIŞʹê nerazîbûnên dijwar li hember alozî û nakokiyên di navbera her du aliyan de nîşan da. Koalîsyonê diyar kir ku divê nakokiyên heyî bi rêya diyalog û lihevhatinê werin çareserkirin.”

‘LÛTKEYA BEXDA 2; PEYMANÊN SIYASÎ Û ABORÎ’

Der barê encamên lûtkeya Bexdayê de rojnameya El Beyan wiha nivisî: “Ji lûtkeya Bexda 2 ku li paytexta Urdin Emanê li dar ketiye, gelek peyamên siyasî û aborî derketin ku di navaroka xwe de girîngiya hevgirtinê û piştgiriya Iraqê teqez dikin da ku îstiqrar li welêt pêk were ku bi awayekî erênî bandorê li dewletên herêmê dike.

Li gorî çavdêran, lidarxistina lûtkeyê ji bo serokwezîrê nû Mihemed Şiya firsendeke nexasim ku piştî cemidandineke siyasî ya zêdetirî salekê dirêj kir, hate erkdarkirin.

Serokê Navenda Destûr a Lêkolînên Aborî Ewnî El Dawûd diyar kir ku dewletên tev li lûtkeyê bûne cidî ne ku piştgiriya Iraqê bikin da ku statuya xwe ya stratejîk di herêmê de vegerîne bi şêwazekê ewlehî û aramiyê li welêt peyda dike. Her wiha destnîşan kir ku lûtke berdewama ya beriya wê ye lê vê carê behsa mekanîzmayên pêkanîna projeyên mezin ên hevbeş hate kirin û dê lûtkeya sêyemîn li Misirê li dar bikeve û aliyê pratîk nîqaş bike.

Profesorê navenda lêkolînên stratejîk a zanîngeha El Huseyn Bin Talan Dr. Hesen El Dece jî diyar kir ku di encama israra Fransayê de lûtke li dar ketiye. El Dece anî ziman ku nîşane hene ku tovikek li ser asta herêmî tê avakirin ku tê de herêma Rojhilata Navîn, dewletên Ereban û yên bibandor hene.”