Li Kobanê merasîma sersaxiyê ya şehîd Biharîn û şehîd Arîn

Şêniyên herêma Firatê sersaxî ji malbatên şehîd Arîn Mîtan û şehîd Biharîn Kendal re xwest. Her du şehîd di berxwedana li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbûn.

Li Kobanê merasîma sersaxiyê ya şehîd Biharîn û şehîd Arîn
21 kanûn, 2022   10:13
KOBANÊ

Konê sersaxiyê yê şehîd Îslim Hiso (Arîn Mîtan) û şehîd Delal Elî (Biharîn Kendal) li gundê Dolî yê Kobanê hat vedan.

Bi sedan welatiyên herêma Firatê berê xwe da kon û sersaxî da malbatên şehîdan.

Arîn Mîtan di 10`ê Kanûna 2022`yan de li herêma Metînayê, Biharîn Kendal jî di 24`ê Îlona 2020`an de li Botanê şehîd bûbû.

Di merasîmê de hevserokê Akademiya Şehîd Amgîhan Cûdî ya li herêma Firatê Silêman Silêman wiha axivî: "Kobanê bi şehîdên xwe tê nasîn, yên ku ji bo rûmeta gelê xwe dev ji her tiştî berdidin. Îro gelê me li hember komployên li dijî wan hişyar e, em dibînin ku bêyî dudilî erka parastina axa xwe pêk tînin."

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk Salih Nûh jî diyar kir ku şehîd Biharîn û Arîn keçên hemû kurdistaniyan in, wan li hember dewleta Tirk şer kir û gihaştin asta şehadetê. Nûh soza berdewamkirina têkoşîna li ser rêya şehîdan da.

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên her du şehîdan radestî malbatan hatin kirin.

ANHA