Encamnameya Lûtkeya Bexda 2 eşkere bû

‘Lûtkeya Bexda 2’ bi tevlêbûna serokkomarê Fransayê û gelek nûnerên welatên Rojhilata Navîn û Ewropayê duh pêk hat. Di lûtkeyê de piştgirî dan têkoşîna Iraqê ya li dijî ‘terorê’ û bi rêya diyalogê çareserkirina pirsgirêkên.

Encamnameya Lûtkeya Bexda 2 eşkere bû
21 kanûn, 2022   08:27
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li paytexta Urdinê Emanê duh Lûtkeya Bexda 2 a li ser rewşa ewlehiya Iraqê bi tevlÊbûna Serokkomarê Fransayê û gelek nûnerên welatên Rojhilata Navîn û Ewropayê pêk hat. Piştî civînê bi daxuyaniyekê, welatên tev LI lûtkeyê bûne diyar kir ku hevkariya wan a ji bo Iraqê ya ji bo piştgiriya li ewlehî, aramî, serwerî, demokrasî û hewldanên ji bo diyaloga ji bo çareserkirina pirsgirêkan didome.

Li gorî nûçeya Rojnewsê welatên beşdar piştgiriya xwe ya ji bo Iraqê ya di têkoşîna li djiî ‘terorê’ û derbasirina hemû astengiyan dûbare kirine.

Li gorî daxuyaniyê, welatên beşdar piştgiriya xwe ya ji bo hewldanên Iraqê yên ji bo gihîştina pêşxistina piralî û karkirina ji bo avakirina yekîtiya aborî û hevkariya li gelek sektoran, vane jî enerjî, av, elektirîk, ewlehiya xurekê, tenduristî, veguhestin, projeyên binesazî û parastina avhewayê destnîşan kirine.

Her wiha beşdarên civînê diyar kir ku konferans di duyemîn rûniştina xwe de pabendbûna xwe bi piştevaniya rola Iraqê li ser bingeha cîrantiya baş, destwernedana di karûbarên navxwe û rêzgirtina li yasayên navdewletî, çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê û alîkariya bihêzkirina ewlehî û aramiyê nîşan didin.

Lûtkeya Bexda 1 di Tebaxa 2021’an de li paytexta Iraqê Bexdayê pêk hatibû.