Mazlum Ebdî: Me behsa pêşxistina têkoşîna dijî terorê kir

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî li ser hevdîtina bi serokê YNK’ê Bafil Talebanî re got, ew kêfxweş in ji bo pêkanîna karên hevbeş.

Mazlum Ebdî: Me behsa pêşxistina têkoşîna dijî terorê kir
20 kanûn, 2022   19:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî têkildarî hevdîtina li gel serokê YNK’ê Bafil Talebanî peyamek li serTwitter parve kir.

Mazlum Ebdî di peyama xwe de got; “Kêfxweşbûm bi pêşwazîkirina serokê YNK’ê Bafil Talebanî û Fermandar General Matthew McFarlane ji bo giftûgokirin û pêşxistina hewldanên me yên li dijî terorê û parastina aramiya herêmê. Em kêfxweş in bi vê hemahengiyê û kar dikin ji bo berfirehkirina wê. Ji bo piştgiriya we spas dikim.”