Li Hesekê bi hezaran ji bo rêber Ocalan meşiyan

Bi hezaran şêniyên kantona Hesekê banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir û gotin, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê li qadan bin heta ku azadiya rêber Ocalan mîsoger bikin.

Li Hesekê bi hezaran ji bo rêber Ocalan meşiyan
20 kanûn, 2022   13:15
HESEKÊ

Bi hezaran şêniyên kantona Hesekê tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Çalakî li qada Suryan a taxa Nasira ya bajarê Hesekê ji aliyê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star ve hat organîzekirin.

Di çalakiyê de wêneyên rêber Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsên " Tecrîda li ser rêber Apo tecrîda li ser tevahî mirovahiyê ye", "Bi rihê şerê gel ê şoreşgerî em ê azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin" hatin vekirin û dirûşmên silavkirina berxwedana rêber Ocalan hatin berzkirin.

Seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Evîn Paşo axivî, anî ziman ku şoreşa Rojava ya berxwdan û têkoşînê fikrê xwe ji ramanê rêber Abdullah Ocalan girtiye.

Evîn Paşo zextên li ser rêber Ocalan şermezar kir û wiha axaftina xwe domand: "Zextên li ser Rêbertî derexlaqî ye. Armanc jê di kesayeta Rêbertî de hedefgirtina tevahî gelên Rojhilata Navîn û demokratan e, heman demê ji bo şikandina îradeya Kurdan e. Bila dijmin binkeftina me xeyal neke, ji ber ku îradeya me ya berxwedanê lawaz nabe."

Endamê rêveber ê Meclisa PYDʹê ya navçeya Şedad Rifet Derwîş jî axivî, tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî kiryarên dewleta Tirk şermezar kir. Her wiha diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê xwe li gorî felsefeya neteweya demokratîk bi rêxistin kiriye û dê heta azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan têkoşînê bidomîne.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Bijî serokê Apo" û "Bijî berxwedana Îmralî" bi dawî bû.

ANHA