Şehîd Hemze Tolhildan li Hesekê hate bibîranîn

Bi dehan şêniyên Hesekê û hevalên şehîd Hemze Tolhildan di merasîma bîranîna şehîd Hemze de soza berdewamkirina berxwedan û têkoşînê heta ku armancên şehîdan dan.

Şehîd Hemze Tolhildan li Hesekê hate bibîranîn
19 kanûn, 2022   16:00
HESEKÊ

Bi dehan şêniyên Hesekê li Goristana Şehîd Dijwar a gundê El Dawidiyê şehîd Dawûd Hec Elî (Hemze Tolhildan) bi bîr anî ku 19'ê Kanûna 2020'an li ser rêya di navbera Hesekê û Dêrazorê de şehîd bûye.

/ar/uploads/files/2022/12/19/135931_awmyd-kabar-28medium29.webp

Birayê şehîd Hemze, Umîd Gabar di şexsa şehîd Hemze de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û diyar kir ku ew li vir in û ew dê berxwedan û têkoşîna xwe di rêya şehîdan de berdewam bikin.

Umîd Gabar di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku ew ê li ser rêya şehîdan tê bikoşin heta ku dagirkeriyê têk bibin û serkeftinê pêk bînin.

/ar/uploads/files/2022/12/19/135947_byman-iydn-28medium29.webp

Hevala şehîd Hemze, Peyman Aydin behsa sifetên şehîd Hemze kir û diyar kir ku şehîd Hemze di nava malbateke welatparêz de mezin bû û ew li ser hezkirina welat, ax û parastina wê mezin kir, wisa ma heta ku şehîd bû.

Peyman destnîşan kir ku şoreşa Rojava gelek kes mîna şehîd Hemze afirand, dê rêya wî bişopînin da ku armancên şehîdan pêk bînin.

Peyman piştrast kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê serî li ber dagirkeriya Tirk natewîne.

/ar/uploads/files/2022/12/19/140010_thyab-aljlydat-28medium29.webp

Endamê Meclisa Rûspiyan a Dêrazorê Şêx Ziyab El Cilêdat axivî û got: “Madem pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêya berxwedanê hilbijartine, dê biserkevin."

Di dawiya merasîmê de, hevalên şehîd û malbata wî kulîlk danîn ser gora wî û silogana “Hemze namire” berz kir.

(dm)

ANHA