​​​​​​​Ciwanên PYD’ê çalakiya Pirtûkxaneya Gerok li Herêma Cizîrê dest pê kir

Meclisa Ciwanan a PYD’ê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Ocalan çalakiya Pirtûkxaneya Gerok bi dirûşma “Ciwan fedaî rêber Ocalan in” li Herêma Cizîrê dest pê kir.

​​​​​​​Ciwanên PYD’ê çalakiya Pirtûkxaneya Gerok li Herêma Cizîrê dest pê kir
19 kanûn, 2022   14:22
QAMIŞLO

Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û banga pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bikin,  ciwanan çalakiya Pirtûkxaneya Gerok a li ser asta Herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo dest pê kir.

Di çalakiyê de analîzên rêber Ocalan û nirxandinên wî di otobusekê de ku wêneyên wî û alên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û pankartên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” û “Em ê tecrîda li Îmraliyê têk bibin” li ser hatine daliqandin, tên pêşkêşkirin.

Di serî de Meclisa Ciwanan a PYD’ê daxuyaniyek da ku ji aliyê endama rêveber a meclisê Sara Hesen ve li yarîgeha Şehîdên 12’ê Adarê ya Qamişlo hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye: “Çalakiya Pirtûkxaneya Gerok ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Ocalan tê lidarxistin, her wiha ji bo ku em ji cîhanê re îsbat bikin ku ciwan şopdarên fikrê rêber Ocalan in.

Tecrîda li ser rêber Ocalan hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî çiyayên Kurdistanê yên azad û yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, didin xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker ji hevgirtina gel û gerîla tirsiyaye, serkeftinên ku hatine bidestxistin bi saya fikrê rêber Ocalan in, ji ber wê jî dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku bi rêya tecrîdê rê li pêşiya fikrê wî bigire.

Bi ruhê berxwedanê em ê azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk bînin û tecrîda li Îmraliyê têk bibin.”

Tê payîn ku çalakî heta 26’ê Kanûnê bidome û li nav hemû navçe û bajarên herêmê bigere, ku sibe berê xwe bide navçeya Amûdê.

(mh)

ANHA