​​​​​​​Şepêla Çepgir piştgirî da xwepêşandanên li Siwêdayê

Şepêla Çepgir a Şoreşger a Sûriyê bi çalakiyekê piştgirî da xwepêşandanên li Siwêdayê û diyar kir ku tecrubeya Rêveberiya Xweser ji bo siberoja Sûriyê nimûne ye.

​​​​​​​Şepêla Çepgir piştgirî da xwepêşandanên li Siwêdayê
19 kanûn, 2022   13:05
QAMIŞLO

Şepêla Çepgir a Şoreşger a Sûriyê li ber avahiya Komseriya Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya li taxa Siyahî ya Qamişloyê çalakiyek li dar xist û piştgirî da xwepêşandanên şêniyên Siwêdayê yên li hemberî hilweşîna rewşa aborî û debarê.

Di çalakiyê de pankartên "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriyê didin serhildana li Siwêdayê", "Li dijî dagirkeriyê serî hildin" û "Ji çewisandin û destpotiyê re na, ji girtiyan re azadî" hatin vekirin.

Hevserokê Nivîsgeha Şepêla Çepgir a Şoreşger a Sûriyê ya Qamişloyê Elî El Îsa daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Çalakiya me ya îro ya li bajarê Qamişloyê, hemwextî çalakiya bêdeng a gel a li parêzgeha Siwêdayê  tê lidarxistin. Her kes sedema bêdengiya girseya di bin zextên rejîma serdest de dizane. Ji ber vê yekê em li vir in da ku bibin dengê kesên ku nikarin dengê xwe li herêmên rejîmê bilind bikin."

Şepêla Çepgir a Şoreşger a Sûriyê, piştgiriya xwe bi xwepêşdanên xelkê Siwêdayê re anî ziman û li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî got: "Dijminatiya Tirkiyê ya li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike. Rejîma Erdogan bi êrişên xwe yên bejahî hewl dide planên ku heta vê kêliyê pêk neanîne, pêk bîne. Dibe ku dijminahiya Tirk dewam bike û nû bibe, nemaze ku helwestên dewletên emperyalîst li gorî berjewendiyan tên guhertin."

Şepêla Çepgir a Şoreşger a Sûriyê di dawiyê de got: "Dersên girîng hene mirov dikare ji berxwedana lehengane ya li hemberî vî dijminê Tirk bigire, gel bi rêxistin bike, tecrûbeya Rêveberiya Xweser pêş bixîne û siyasetên aborî û civakê were danîn ku xizmeta gel bike. Her wiha divê beşdarbûna gel û siyasî were berfirehkirin ku ji bo Sûriye pêşerojê bibe nimuneya Sûriyeke yekbûyî ya demokratîk a nenavendî."

ANHA